Nasnameya şervana YPJ'ê hat aşkerakirin

Nasnameya şervana YPJ'ê ya beriya du mehan li herêma Cizîrê ji ber qezayekê birîndar bû û tevî hemû hewldanên tibî di 8'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da, hat aşkerakirin.

Nasnameya şervana YPJ'ê ya beriya du mehan li herêma Cizîrê ji ber qezayekê birîndar bû û tevî hemû hewldanên tibî di 8'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da, hat aşkerakirin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê di malpera xwe ya înternetê de daxuyaniyek weşand û agahiyên nasnameya YPJ'ê aşkera kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şervanên YPG/YPJ'ê li gelemperiya Rojavayê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê destanên berxwedana dîrokî dinivîsîne û hat destnîşankirin, ku şervanên YPJ'ê di vê berxwedanê de rola pêşengiyê dilîzin.

Hat gotin ku şervana YPJ'ê Savuşka Spêrtî ya beriya du mehan di qezayekê birîndar bû, li nexweşxaneyê du mehan hat tedawîkirin, lê belê tevî hemû destwerdanên tibî yên doktoran jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de ji malbata şervana YPJ'ê Savuşka, hemû malbatên cangoriyan û gelê Kurdistanê re sersaxî hat xwestin.

Nasnameya şervana YPJ'ê bi vî rengî ye:

Salîha Tanrikûlû bi nasnav Savuşka Spêrtî li navçeya Şirnex Silopiyê ji dayik bû, di 8'ê Gulana 2015'an de li herêma Cizîrê jiyana xwe ji dest da.