Komkujiya Soma di yekemîn salvegerê de ji aliyê hezaran ve hat şermezarkirin
Di pêşengiya DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê de hezaran kesên hatin gel hev di yekemîn salvegera Komkujiya Soma de, ji bo 301 madenvanan ji Tunelê heta Qada Galatasaray meşiyan.
Di pêşengiya DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê de hezaran kesên hatin gel hev di yekemîn salvegera Komkujiya Soma de, ji bo 301 madenvanan ji Tunelê heta Qada Galatasaray meşiyan.
Di pêşengiya DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê de hezaran kesên hatin gel hev di yekemîn salvegera Komkujiya Soma de, ji bo 301 madenvanan ji Tunelê heta Qada Galatasaray meşiyan. Parlamentera HDP’ê Sebahat Tuncel ku di rêza yekemîn a meşê de cih girt, ji desthilatdariya AKP’ê û sermayedaran re hat gotin,”Hesabê Soma bide.”
Di meşa bi armmanca yekemîn salvegera Komkujiya Somayê de Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê, namzetên HDP’ê yên Stenbolê, gelek partiyên sosyalîst û rêxistinên girseya demokratîk jî beşdar bûn. Bi hezaran kesan bi yek dengî dirûşmên, “Ev ne qezaya kar cinayetek e”, “Wê rojek bê dewran bizivire AKP hesab bide gel”, “Wê hesabê Soma bê pirsîn”, “Diz qatil Erdogan”, “Wê kedkar ji qatilan hesab bipirsin”, “Qatilê karkeran pergala taşerontiyê” berz kirin.
‘WÊ HESAB BÊ PIRSÎN’
Girseya di bin dorpêça polîsan de gihişt Qada Galatasaray, li vir ji bo 301 madenvanan deqeyek rêz girtin. Di çalakiyê de li ser navê DÎSK’ê Onder Atay axivî. Atay diyar kir ku Somayê ji bîr nakin û ligel vê jî wê cinayetên di dema desthilatdariya AKP’ê de jî ji bîr nekin û yek bi yek wê hesabê wan bipirsin.
KARKER HATIN QETILKIRIN TÊN QETILKIRIN!
Piştî Onder Atay, berdevkê demê yê Platforma Şaxên KESK’ê Turgut Yokuş got: “Li Soma, Ermenek, Torunlar bi dehan birayên me yên karker hatin qetilkirin û tên qetilkirin.”
Li dû axaftina Turgut Yokuş, Sekreterê Şaxa TTB’ê Samet Menguç jî got ku çawa îro xwedî li cenazeyê mîmarê darbeya faşîst a 12’ê Îlonê Kenan Evren nehat derketin, wê sibe xwedî li AKP’ê neyê derketin.
ÎMZEYÊN HATINE KOMKIRIN WÊ BIBIN MECLÎSÊ
Piştî axaftinan li ser navê hemû sendîkayan ji TMMOB Suleyman Solmaz daxuyanî xwend. Solmaz diyar kir ku kampanyaya bi navê “Ne qeder e! Ne fitrat e! Ne qeza ye! Cinayet e” ya wek DÎSK, KESK, TMMOB û TTB meha Adarê dabûn destpêkirin wê piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê bibin Meclîsê.