CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Di çalakiya ‘rûniştina F’ de ji bo girtiyê nexweş Ruzgar azadî hat xwestin
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di çalakiya xwe ya hefteya 169'emîn de daxwaza azadiya girtiyê nexweş Faruk Ruzgar ê ku ji sedî 81.91 felc e kir. -
Malbatan ji dewletê hesabê ‘kiryar nediyar’ pirsîn
Li Amed, Êlih, Gever, Îzmîr û Cizîrê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan derketin qadan û aqûbeta windayan pirsîn. -
Dayikan li aqûbeta Guney ê piştî darvekirinê hat windakirin pirsîn
Dayikên Şemiyê yên Stenbolê di çalakiya xwe ya hefteyî de li aqûbeta Veysel Guney ê 11'ê Hezîrana 1981'ê hate dervekirin û cenazeyê wî teslîmî malbatê nehate kirin pirsîn û wiha gotin: "Ev welatekî wisa ye ku ji cenazeyên şoreşgeran ditirse." -
Li Peîne serketina HDP’ê hat pîrozkirin
Li Elmanyayê pîrozbahiyên ji bo serketina HDP’ê didomin -
Gerîlayê ARGK’ê Dûrak li Hîldesheim hat bîranîn
Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê gerîlayê ARGK’ê Ahmet Dûrak ê bi nasnav Xemgîn hat bîranîn. -
Ji bo doza Ozgecanê nuqteya şopandinê hat avakirin
Jinên endamên Halkevlerî bal kişandin ser doza Ozgecan Aslan a li Tarsûsê pêk tê, li Kadikoyê Nuqteya Şopandina Dozê ava kirin. -
Dayik Hatîce Comert: Em ê heta dawiyê têbikoşin
Rûniştina doza Abdullah Comert ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, taloqî 19’ê cotmehê hat kirin. Dayik Hatîce Comert got: “Li vî welatî edalet tine? Em ê serî netewînin, heta dawî têbikoşin." -
Êrîşên provokatîf ên li Amedê hatin şermezarkirin
Sendîkayan û rêxistinên girseya demokratîk, êrîşên provokatîf ên di pêvajoya hilbijartinê û piştî wê de rû dan şermezar kirin. Di daxuyaniyan de hat gotin ku êrîş bi piştgiriya dewletê hatine kirin. -
Pirtûka 'Kurdistan, Mirovên Rojê' bi Katalanî hat weşandin
Weşanxaneya Paper a li Katalan Tigre'yê, bi navê 'Kurdistan, Mirovên Rojê' pirtûkek ji 400 rûpelî weşand. -
Şervanê BOG’ê Arpaçay li Stenbolê hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê Azerî yê BOG'ê Mahîr Arpaçay (Tamer Arda) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji hêla hezaran welatiyan ve bi bi strana 'Bîr ogul buyutmelîsîn/divê ti kurekî mezin bikî' hat definkirin. -
Li Marsîlya di navbera 11-13’ê Hezîranê de Mîhrîcana Arîn Mîrxan
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo Mîhrîcana Arîn Mîrxan a wê îsal cara yekemîn bê lidarxistin daxuyaniya çapemeniyê pêk hat. -
Li dijî şîdeta bi esasê olî xêzik: Paasban
Li Pakîstanê, xêzkarên li dijî şîdeta Talîbanê têdikoşin, bi romaneke ji xêzikan a nû re hewl didin ciwanên berê xwe dane şîdetê, wan vegerînin. -
Li Celle aktîvîteya ‘Şehîdên meha Gulanê çand û spor’
Li bajarê Celle yê Elmanyayê aktîvîteya ‘Şehîdên meha Gulanê çand û spor’ hat lidarxistin. -
Li Bordeaux 7. Turnuvaya Şehîd Nûrhak pêk hat
Li bajarê Bordeaux ê Fransayê 7. Turnuvaya Şehîd Nûrhak bi beşdarbûna girseyek qerebalix pêk hat. -
Li Frankfurtê ‘Şehîdên Meha Gulanê” hatin bîranîn
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bîranîn. -
TEV-ÇAND Ewropa civîna xwe ya navber pêk anî
TEV-ÇAND Ewropa, di civîna xwe ya navber de got, tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin. -
Êrîşa li Amedê li Nurnberg hat şermezarkirin
Êrîşa li hember mîtînga HDP’ê li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê hat şermezarkirin. -
Li Graz êrîşa li hember HDP’ê hat şermezarkirin
Li bajarê Graz ê Awûstûrya êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga HDP’ê ya li Amedê hat şermezarkirin. -
Êrîşa li Amedê li Frankfurt ji aliyê hezaran ve hat şermezarkirin
Li bajarê Frankfurt ê Elmanya êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga HDP’ê ya li Amedê bi meşekê hat şermezarkirin. -
Êrîşa li Amedê li Kopenhag hat şermezarkirin
Li bajarê Kopenhag ê Danîmarka êrîşa bombeyî ya li hember mîtînga HDP’ê ya li Amedê hat şermezarkirin. -
Li Parîsê êrîşa li Amedê hat şermezarkirin
Li Parîsê Kurdistaniyan û tevgerên çep ên Fransî bi yek dengî bi dirûşma, “Bibe yek bibe yek, li hember faşîzmê bibe yek” meşiyan. -
CÎK, xwest li hember îstîsmarkirina ol HDP bê destekirin
Serokê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Mele Ahmet Turhalli ji bo hilbijartinan bang li gel kir ku dengên xwe bikar bînin û xwedî li sindoqan derkevin. -
‘Divê em têkoşînê derxin asta herî jor’
Konfederasyona Gelan a Demokratîk a Ewropayê (KGDE), Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) û Federasyona Penaberên Bindest ên Ewropayê têkildarî êrîşa li dijî mîtînga HDP’ê ya Amedê daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin. -
Li gelek navendên Awûstûrya çalakiyên şermezarkirinê
Êrîşa li hember mîtînga HDP’ê ya Amedê wê li gelek navendên Awûstûrya bên şermezarkirin. Wê li Viyana, Tîrol, Bregenz, Graz, Lînz û St. Polten çalakiyên şermezarkirinê bên lidarxistin. Ji bo çalakiyan banga tevlîbûna bi girseyî hat kirin. -
Êrîşa li Amedê li Parîs hat şermezarkirin
Êrîşa li hember mîtînga HDP’ê ya Amedê li paytexta Fransa Parîsê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.