KCD-E: Pêwîst e gelê Kurd û dostên wan li hember Îranê bêdeng nemînin
Hevserokatiya KCD-E got. “Rûyê qirêj ê dewleta Îranê nîşan dide û di şexsê jina Kurd a bû qehreman de îrade û rûmeta gelê Kurd hedef tê girtin.”
Hevserokatiya KCD-E got. “Rûyê qirêj ê dewleta Îranê nîşan dide û di şexsê jina Kurd a bû qehreman de îrade û rûmeta gelê Kurd hedef tê girtin.”
Hevserokatiya KCD-E ji bo Ferînaz Xosrawanî ya li hember hewldana tecawiza Îtlaat û hêzên taybet ên Îranê xwe ji qata 4’an a otelê avêt xwarê daxuyanî da got: “Rûyê qirêj ê dewleta Îranê nîşan dide û di şexsê jina Kurd a bû qehreman de îrade û rûmeta gelê Kurd hedef tê girtin.”
Hevserokatiya KCD-E ya daxuyaniyeke nivîskî weşand diyar kir ku rejîma paşverû û faşîst a Îranê ji xwîna gelê Kurd têr nabe. KCD-E got ku Îrana dagirker a êrîşî jinên Kurd ên leheng ku DAIŞ tarûmar kir dike, têkiliya wê ya bi çeteyên DAIŞ’ê nîşan dide, xakên Kurdistan ên di pêşengiya jina azad de her roj parçeyekî din tê rizgarkirin tirsê belav dike.
KCD-E wiha dewam kir, “Hewldana tecawizê ya rejîma Îranê ya faşîst û paşverû ya li hember jina Kurd; rûyê qirêj ê dewleta Îranê nîşan dide û di şexsê jina Kurd a bû qehreman de îrade û rûmeta gelê Kurd hedef tê girtin, em vê êrîşî bi nefret şermezar dikin.”
KCD-E di serî de Parlamentoya Ewropa, Konseya Ewropa bang li saziyên navnetweyî kir ku li gor berpirsyartiya xwe li dijî vê barbariyê bêdeng nemînin. KCD-E bang li gelê Kurd û dostan wan jî kir ku li her cihî barbariya Îranê teşhîr bikin û raya giştî ya navneteweyî bikeve nav tevgerê.