Ji bo Kobanê li Îtalyayê ji bo 5 şaredariya serdan
Heyeta Kurdistanî, bi rayedarên cuda yên Îtalyayê re hevdîtin kirin û ji bo Kobanê piştgirî xwestin. Di hevdîtinan de balkişandin ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jiyana hevbeş a gelan.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
şemî, 9 gulanê 2015, 11:54
Heyeta Kurdistanî, bi rayedarên cuda yên Îtalyayê re hevdîtin kirin û ji bo Kobanê piştgirî xwestin. Di hevdîtinan de bal kişandin ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jiyana hevbeş a gelan.
Heyeta ji Hevşaredarê Pirsûsê Orhan Şansal, ji Koordînasyona Krîzê ya Kobanê Faruk Tatli, Serokê Heyfa Sor a Kurdistanê ya Îtalyayê Alîcan Yildiz, Serokê Komeleya Çanda Kurd a Toskana Erdal Karabey pêk dihatin, çûn serdana Şaredariya Empolî ya Îtalyayê. Cîgirê Şaredar, Franco Morî, kêfxweşiya xwe ji bo serdana heyetê anî ziman.
Morî bi lêv kir ku têkoşîna gelê Kurd di şexsê Kobanê de ji nêz ve şopandine û ew piştgiriyê didinê.
Di hevdîtinê de, di navbera şaredariyên Pirsûs û Empolî de li ser navê têkiliya dostaniyê belgeyek fermî hat îmzekirin.
PONTEDERA, LÎVORNO, PÎSA Û FURENZE JÎ HATIN ZIYARETKIRIN
Heyet, çû serdana Cîgirê şaredariya Pontedera Angela Pîrrî, endamê Meclîsa Partiya Demokratîk Florîano Della Bella jî. Di hevdîtinan de berxwedanên li Kobanê, Şengal û Rojava hatin rojevê û hat daxwazkirin ku ew ji saziyên Ewropayê piştgiriyên pratîk dipên û hat diyarkirin ku projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan temînata jiyana bi hev re ya hemû gelane. Pîrrî jî got ew bi gelê Kurd re di nava piştevaniyê de ne û doza pêkanîna vê piştevaniyê da.
Heyet di çarçoveya serdanên xwe de bi rayedarên Lîvorno, Pîsa û Fîrenze re hevdîtin kirin.