‘Endamên MÎT’ê kurê me şandin nav DAIŞ’ê’
Malbata Gozlemecîoglu ya li Enqereyê dijî, diyar kir ku salek berê kurê wan ji aliyê endamê MÎT’ê ve hatiye xapandin û şandine nav DAIŞ’ê.
Malbata Gozlemecîoglu ya li Enqereyê dijî, diyar kir ku salek berê kurê wan ji aliyê endamê MÎT’ê ve hatiye xapandin û şandine nav DAIŞ’ê.
Malbata Gozlemecîoglu ya li Enqereyê dijî, diyar kir ku salek berê kurê wan ji aliyê endamê MÎT’ê ve hatiye xapandin û şandine nav DAIŞ’ê. Malbatê diyar kir ku wan agahî girtine ku kurê wan li Kobanê li dijî hêzên YPG-YPJ’ê şer dike û ji hêzên YPG-YPJ û Hikûmeta Kantona Kobanê alîkarî xwestin.
Halîl Îbrahîm Gozlemecîoglu yê bi malbata xwe re li Taxa Hacibayram a Enqereyê dijiya, ji aliyê kesên ku tê îdîakirin endamên MÎT’ê ne hat xapandin û hat hînbûn ku salek berê şandine nav DAIŞ’ê û li dijî rejîma Sûriyeyê şer dike.
Malbatê da zanîn ku piştî pevçûnên dijwar ên Kobanê ji kurê xwe agahî negirtine û ew ji hêzên YPG û rayedarên Kantona Kobanê alîkariyê dipên.
Dayik Erîk û bav Eyup Gozlemecîoglu bi lêv kir ku salek berê endamên MÎT’ê bi kurê wî re têkilî danîne û li Enqereyê gelek ciwan bi heman rêbazan hatine xapandin û şandine nav DAIŞ’ê.
ENDAMÊN MÎTÊ BIRIN
Malbata Gozlemecîoglu wiha pê de çû: “Piştî demekê me hîn kir ku Îbrahîm birine nav DAIŞ’ê. Hestên wî yên olî bikar anîne û birine şer. Em ji rayedarên Tirkiyeyê, hêzên YPG û YPJ’ê, rayedarên Hikûmeta Kantona Kobanê, rica dikin, zarokê me sax e yan miriye, bila ji me re bêjin. Ev 5 meh e me ji zarokê xwe agahî negirtiye. Ji aliyê MÎT’ê ve kurê me hat xapandin û şandine şer. Piştre me bihist ku di nava DAIŞ’ê de li dijî YPG’ê şer dike. Me serî her derê da lê me encamek negirt. Ji bo kesên kurê me şandin DAIŞ’ê derkevin holê em ê nesekinin. Em dixwazin bi Kantona Kobanê re bikevin tava têkiliyê. Kurê me sax e yan jî miriye bila ji me re ragihînin. Ger em encamekê bi dest nexînin em ê ji parlamenterên HDP’ê alîkariyê bixwazin. Kurê me xapandin û şandin DAIŞ’ê. Em ê hesabê vê bipirsin. Ev saleke jiyana me serobino bû. Em ne mirovên ku zarokên xwe bişînin DAIŞ’ê ne. Em ji Hikûmeta Kantona Kobanê rica dikin, ger kurê me mirî yan sax hatibe girtin bila ji me ragihînin.”
5 MEH BERÊ AGAHÎ GIRTIN
Li gorî agahiyên ku malbata Gozlemecîoglu 5 meh berê bi hevkariya kesên din girtiye, kurê wan dijî lê bi qasî ne zelal de li Girê Spî dîl ketiye.