Nameya zarokên Wekîlî ya ji bo bavê wan

Ferhad Wekîlî 9’ê Gulanê de ji aliyê rejîma Îranê ve, li gel Şîrîn Elemhulî , Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan yên ji doza PKK û PJAK’ê û çalakgerê siyasî Mehdî Eslamiyan hate darvekirin.

Ferhad Wekîlî  9’ê Gulanê de ji aliyê rejîma Îranê ve, li gel Şîrîn Elemhulî , Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan yên ji doza PKK û PJAK’ê û çalakgerê siyasî Mehdî Eslamiyan hate darvekirin.

Ferhad Wekîlî yê ji bajarê Sine ji dayik bû, piştî çend sal îşkenceyên giran li zindanên Sine, Kirmaşan û Tehranê dît di 9’ê Gulanê de li girtîgeha Êvînê hatibû darvekirin. Ferhad bavê sê zarokên bi navê Hêngame, Hewram û Hewraz e. Zarokên Ferhad 13’ê Adara 2010’ê de ji bo bavê xwe nameyek nivîsandibûn.

Nameya zarokên Wekîlî a ji bo bavê wan wiha ye:

“Bêdengiyê bi temamî girtiye ser bajêr û wijdanek bê xew tineye ku dengê kurpe kurpa sîngê me bibihîze.Dengê hewar û nalînên wan zarokên ji bavê xwe dûr ku wek îskînagirî di serdilê wan de pingirîye û di bêdengiya bajêr de pirsa ji bo çi dikin?

Bavê delal, em ê van rojan çawa bête derbas bikin? Çawa em ê bêhna xweş a jiyanê hîs bikin? Gelo dibe ku em bête karibin rastiya jiyanê fêr bibin û wê hîs bikin? Çawa dikarin wê germahiya destên te hîs bikin û em ê çawa karibin wê bişrîna kena te ya miştremz û raz bibînin û wê hest bikin? Di tinebûna  te de ti kes ew ê nikaribe wane û pendên bav û kalên me fêrî me bike?

Bavê ezîz bê te germahiya roj û ronahiya heyva şevê bê wate dibin. Bi şevan dema ku ez bi nebûna te dihesim, ez li ezmanê miştstêrkî temaşe dikim û bawer dikim ku ew ê niha bavê min jî li girtîgehê li heman stêrkan temaşe dike? Bavo, gelo ti niha wan stêrkên me yên azadî û bexteweriyê dibînî? Bavê ezîz, ma wê kî bersiva vê pirsa me bide û gelo kesek heye ku karibin berpirsiyariya gilîna me ya zarokekî ku bi neçarî ji bavê xwe hatiye dûrxistin bigire stuyê? Bavê Ezîz, bê te jiyan bê mane û vikî vala ye. Wek ku em di serdemeke cemedî de dijîn û kenê me jî, wek dîwarek ji betonê ye. Bêterêya jiyana me di deryaya jiyanê de windabûye û jiyankeştiya me jî bê keştîvan maye.

Bavê hêja, me çar biharên sala nû bê rengên bihar û bêhna ji pişkivîna gulên biharê derbas kir, jiyana me bi rengêzer û bêhna xemê derbas dibe. Bavo wek ti dizanî, di Newrozê de sifre tê danînku heft tiştên bi tîpa S li ser hene.  Ku wek sifreya Heft Sîntê binavkirin, lê ev çar Newroz in ku sifreya me nehatiye danîn, ji ber ku ti ne li vir î, ti ji me re duaya "YamûqelibûlQilubWelebsar" bixwînî.  Ti ne li vir î, ku tu kaxizekî ne qurmiçî ya pêncîlîreyî ji nava Quranê bikişînî û wek diyariya Newrozê bidî me.Û bi himbêzkirina me ya li ser sînga xwe ya germ bi wan maçîkirinên şîrîn sersala me ya nû pîroz bikî.

Mixabin ku ti ne li vir î û ji hemû tiştî bi azartir û dijwartir jî ew e ku em dizanin ku li ser sifreya Heft Sînî ya te ji bilî zemîneke betonî pêve ti tiştek tine.  Helbet em dizanin ku ev serê çend salan e ku ti serê salan û bêsifreya Heft Sîn, li odeyên takekesî, bi lêpirsînên demdirêj, bi îşkenceyên dijwar, bi sitranên tenêtiyê, di nava çar dîwarên teng de, bi sîngekî ji derd û azaran tije Newrozê pîroz dikî. Bavê hêjayî ezîz, bêguman em naxwazin te bi vê nameyê dilteng û xemgînbikin. Lê mixabin em nikarin rastiyan veşêrin. Bavê hêja, di vê sala nû de ev tiştê ku li hemberî te û me tê kirin, vê baweriyê bi me re çêdike, ku her mirovê tewanbar e divê bêdadgehkirin, û em ê jî, di wijdanê xwe de dadgehekê ava bikin û wan kesên ku li dijî te tewankirine di dadgeha wijdanê xwe de mehkum bikin.

Em pirsê ji wijdanê we dikin  ey bêxewên vî bajarî, ma sûcê me çi ye? Ku em di temenekî wisa zarokane de ezmûneke wisa tal bijîn? Tawan çi ye û tawanbarkî ye?

...