Xwendekarên li Dîlokê, êrîşên nîjadperest ên li dijî xebatên HDP’ê ku gelek xwendekar têde birîndar bûn û binçavkirina 15 xwendekaran, protesto kirin. Di çalakiyê de peyama wê têkoşîn bê bilindkirin hat dayîn.
Komeleya Xwendekarên Demokratîk a Dîlokê (DÎDOR) a Zanîngeha Dîlokê û Koordînasyona Ciwanan a Dîrokê ya HDP’ê, êrîşên nîjadperest ên li dijî standên HDP’ê û birîndarkirin û binçavkirina 15 xwendekarî protesto kirin.
Namzetên HDP’ê yê Dîlokê Osman Demîrcî , Tugçe Ozsoy, Fatoş Çetînkaya, Celal Dogan, Mahmut Torul, Mahmut Fermanoglu, Mecît Bozkurt û Dîlek Buyukkaya beşdarî çalakiyê bûn.
Xwendekaran bê navber dirûşmên, ‘Ciwan fedayiyên Apo ne’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘PKK gel e, gel vir e’ berz kirin.
Rêveberê DÎDOR’ê Sînan Taştekîn li ser navê xwendekaran daxuyanî xwend û got: “Polîsên AKP’ê dixwazin serketina HDP’ê bi destê çeteyê ulkucu-faşîzan bixîne. Ji bo me kesên polîsiya AKP’ê dikin, ji kujeran wêdetir nînin. Ev kes wê dereng zû ji aliyê gelê me ve bên darizandin. Em ji niha ve hişyar dikin; dest ji vê hovîtî û pîşeya tetîkkêş berdin. Ji bo jiyanek bi rûmet têbikoşin. An jî hûn ê jî wek efendiyên bikevin selika çopê.”
Di daxuyaniyê de hat bilêvkirin ku wê li her cure êrîşan têkoşîn bê bilindkirin.