BI DÎMEN

Li Silêmaniyeyê pêşangeha wêne û hunera destan

Wêne û berhemên hunera destan ên xwendekarên Akademiya Hunerên Bedew a Zanîngeha Silêmaniyeyê wê roja Çarşemê ji ziyaretvanan re bên nîşandan.

Wêne û berhemên hunera destan ên xwendekarên Akademiya Hunerên Bedew a Zanîngeha Silêmaniyeyê wê roja Çarşemê ji ziyaretvanan re bên nîşandan.

Wêne û berhemên hunera destan ên xwendekarên Akademiya Hunerên Bedew a Zanîngeha Silêmaniyeyê ku 4 sal in tên çêkirin wê pêşkêşî dîtina gelê Silêmaniyeyê werin kirin. Pêşangeha îsal wê di 14'ê Gulanê roja Çarşemê li muzeya bi navê Emni Sureke ya li Silêmaniyeyê were vekirin.

Ji mamosteyên zanîngehê Dr. Nebes Abdullatîf der barê pêşangehê de agahî da û anî ziman ku ev çar sal in ew bi awayekî rêk û pêk salê carekê berhemên xwendekaran pêşkêşî gel dikin. Nebes Abdullatîf bi vê pêşangehê re ew dixwazin berhemên xwendekaran bi gel re parve bikin û bi reaksiyona ji gel hatî re pêşî li xwendekaran vekin ku hîn bêhtir hunera xwe bibînin.

Pêşangeh wê roja Çarşemê saet di 17:00 de li muzeya Emni Sureke ya li Silêmaniyeyê bê vekirin.