Li Amedê komxebata ciwanan tê lidarxistin

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê li Amedê komxebata 'Bi ciwanên pêşeng re ber bi civaka demokratîk' lidar xist.

KOMXEBATA CIWANAN

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) li Amedê komxebata 'Bi ciwanên pêşeng re ber bi civaka demokratîk' lidar xist. Gelek siyasetmedar û ciwan beşdarî komxebatê bûn. Beriya destpêkirina komxebatê ciwanan li ber stranan govend gerandin û dirûşma 'Bê Serok jiyan nabe' qîriyan.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê sînevîzyonek li ser karên meclîsa ciwanan hate nîşandan. Di komxebatê de Serokê Bajarê Amedê yê Partiya Kedê ya Gel (HEP) Vedat Aydin jî hate bîranîn ku 5'ê Tîrmeha 1991'ê hate qetilkirin.

Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Omer Gorunek bal kişand ser 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo û anî ziman ku ciwan wê ji avakirina civaka demokratîk re pêşengiyê bike. Gorunmek destnîşan kir ku li dijî modernîteya kapîtalîst têkoşîna modernîteya demokratîk tê meşandin.

Di komxebatê de bi sernavên "Konfederalîzma Demokratîk: Teorî û Bingehên Pratîkî", "Azadiya Jinê û Perspektîfa Jineolojiyê" û "Zordariya li jinê û rûdana pirsgirêkên civakî" nîqaş têne kirin.

Komxebata ciwanan li çapemeniyê girtî dewam dike.