Çîrokên madenvanan dikin stran
Koma Komur Karasi, çîrokên madenvanan dikin stran û ji gel re vedibêjin.
Koma Komur Karasi, çîrokên madenvanan dikin stran û ji gel re vedibêjin.
Karkerê madenê yê teqawît Fahrî Bozbaş, çîrokên berî niha bi sê salan li madenê bûye şahidê wan, ji bo bi rêya hunerê vebêje dike stran. Bi komên muzîkê yên amator re li Zonguldakî konser tên lidarxistin. Dema konser rastî eleqeyeke zêde tên, bi 9 kesan re tên gel û koma ‘Komur Karasi/Reştiya Komirê’ ava dikin. Di nav komê de karkerên madenê jî hene.
Şefê komê Levent Ozger, diyar kir ku dema stranên destpêkê guhdar kiriye pir bandor bûye û lewma tevlî komê bûye. Ozger axaftina xwe wiha dewam kir:
“Di bingeha stranên me de qirkirinên karkeran ên li Zonguldakê, mirinên madenvanan û çîrokên kesên ji deverên dûr tên kar hene. Pirsgirêk û tengasiyên ku karker dijîn bi stranan tên vegotin.”