‘Em Erdogan li Elmanyê naxwazin’

DÎDF, ji bo Erdogan ê 10’ê Gulanê wê bê bajarê Karlsruhe yê Elmanya bi girseyê bê şermezarkirin bang kir.

DÎDF têkildarî hatina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ê 10’ê Gulanê wê bê bajarê Karlsruhe yê Elmanyê û tevlî “kombûna ciwanan” bibe daxuyaniyek da. DÎDF got: “Em bang li her kesê alîgirê demokrasî, azadiyan û mafên mirovane dikin ku li hember Erdoganê dixwaze Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve bibe û li hember kesên heman zîhniyeta wî hildigirin derkevin qadan.”

Desteya Rêveber a DÎDF bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê li Tirkiyeyê di bin navê “vekirin”an de ji bo desteka ji AKP’ê mîtîngan li dar dixe wê 10’ê Gulanê ji bo tevlî civîneke li ser heman esasî bibe tê bajarê Karlsruhe yê Elmanyayê.

DÎDF got: “Em Erdoganê ku xwedî polîtîkayeke ne yekgirtî ya sor dike ye û gelek caran îspat bûye ku destekê dide rêxistinên terorê yên olperest û radîkal ên li Sûriye û Iraqê, lidarxistina kampanyaya hilbijartinê ya di bin navê “Kombûna Ciwanan” de şermezar dikin.”

DÎDF got ku wê komeleyên wan piştgiriyê bidin şermezarkirina Erdogan û wiha hat gotin: “Em bang li her kesê alîgirê demokrasî, azadiyan û mafêmn mirovane dikin kul i hember Erdoganê dixwaze Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve bibe û li hember kesên heman zîhniyeta wî hildigirin derkevin qadan.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê şermezarkirin 10’ê Gulanê roja Yekşemê saet 10.00’an li Leichtsandstr. 76287 Karlsruhe-Rheinstetten pêk bê.