Şehîdên Somayê tên bîranîn

Ji bo 301 madenvanên di komkujiya karkeran a Soma de hatin qetilkirin îro li goristan, Bîrdariya Madenvan û Qada Hikûmetê merasîmên bîranînê tên lidarxistin.

Ji ber ji bo ewlekariya kar û tenduristiya karkeran tedbîr nehatin girtin li kana girêdayî Şîrketa Soma ku 301 karker di komkujiya karkeran de hatin qetilkirin, îro li Soma merasîmên bîranînê tên lidarxistin.

Malbat, ji saetên sibehê ve hatin goristanê. Malbatan gorên xizmên xwe av dan, dûa xwendin. Dayik, bav, zarok û hevserên wan rondik barandin.

Gotinên ji mîkrofonan re dibêjin hevpar in: Ev saleke êşa me nekewiya. Sozên dan me nehatin bicihanîn.

Li hin dikanên navçeyê afîşên: “Somayê ji bîr neke” hatine daliqandin.

Bîranînên li navçeyê danê nîvro destpê kirin. Serokên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB yên xwe ji bo mîtînga 16’ê Gulanê ya li navçeyê amade dikin, li Bîrdariya Madenvan daxuyaniyek dan û kulîlk danîn.

'DIVÊ HESABÊ KOMKUJIYÊ BÊ DAYÎN'

Li ser navê saziyan Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko got ku piştî komkujiya li Soma cinayetên kar dewam kirin û wiha axivî: “Ya li Somayê rû da ne qeza cinayet e. Mirina 301 karkerên kanê ne qeder komkujî ye. Divê berpirsyarên vê komkujiyê hesab bidin.”

Beko, diyar kir ku heta Wezîrê Kar, Wezîrê Enerjiyê û Midûrê Giştî yê Kargehên Komirê neyên darizandin wê edalet pêk neyê.

Heyetê piştî daxuyaniyê, goristana Soma ziyaret kir. Heyet wê saet 03.05 kêliya komkujiyê rû da li ber kana Eynez kulîlkan deynin.

BÎRANÎN TEVAHIYA ROJÊ WÊ BIDOMIN

Wê bîranînên li Soma tevahiya rojê bidomin. Malbat saet 14.30’î wê li ber TKÎ kom bibin û ber bi Bîrdariya Madenvan bimeşin. Piştî danîna qerefîlan wê biçin goristanê û li wir merasîmeke bîranînê pêk bînin. Malbata saet 20.00’an wê ji Bîrdariya Madenvan ber bi Qada Hikûmetê ve bimeşin. Komeleya Mafên Civakî wê bi malbatan re heta saet 22.00’an li Qada Hikûmetê forûmekê li dar bixin.

...