Bîrdariya Ugur Kaymaz kirin 13 parçe
Bi boneya şermezarkirina êrîşa li dijî Peykerê bîrdariyê yê Ugur Kaymaz li Şaredariya Sûrê li ber bîrdariya Ugur Kaymaz daxuyaniyek hat dayîn.
Bi boneya şermezarkirina êrîşa li dijî Peykerê bîrdariyê yê Ugur Kaymaz li Şaredariya Sûrê li ber bîrdariya Ugur Kaymaz daxuyaniyek hat dayîn.
Bi boneya şermezarkirina êrîşa li dijî Peykerê bîrdariyê yê Ugur Kaymaz li Şaredariya Sûrê li ber bîrdariya Ugur Kaymaz daxuyaniyek hat dayîn. Navenda DBP'ê bi amadebûna Hevserokê navendê Alî Şîmşek, Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barut û endamên meclîsa Sûrê, hevşaredara bajarê nû, Şaredariya Mezin a Amedê, personelên şaredariya Sûrê û gelek welatî jî tevlî vê daxuyaniyê bûn û daxuyanî li çapemeniyê hate belavkirin.
Hevserokê DBP'ê Alî Şîmşek beriya xwendina daxuyaniyê ji beşdaran re der barê vê bûyerê de axifî û wiha got: “Ev êrîşa ku li dijî, bîrdariya Ugur Kaymaz pêk hatiye êrîşeke ku bi ti awayî nayê qebûlkirin. ev ne êrîşa pêşî ye û dê ne ya dawî be jî. Di vê dema ku em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin bi van hewldanên provokatîf dixwazin pêşiya HDP'ê bigirin.” Şîmşek di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di vê dema dawî de êrîşên wiha zêde bûne û ev jî yek ji wan êrîşan e. Çawa li bajarê wiha ku her kolanê wê bi kamereyan tê şopandin çend kes bên bîrdariyekê di nîvê kolanê de bişkînin û bînin xwarê bê ku dezgehên dewletê yên ewlekariyê tiştekî bikin. Heke di demek herî nêz de kesên ev êrîşa qirêj pêk aniye dernekevin holê û neyên dadgehkirin ew tê wateya ku destê dewletê jî di vê bûyerê de heye.'
Piştî axaftina Şîmşek daxuyaniya nivîskî ya partiya DBP hate xwendin û li çapemeniyê hate belavkirin.
Ugur Kaymaz kî ye?
Ugur Kaymaz zarokekî 12 salî yê ku bi 13 guleyan li ber deriyê xwe hate kuştin. Ugur Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmed Kaymaz di sala 2004'an de li ber deriyê mala xwe ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Doza Ugur Kaymaz hîna jî berdewam dike û hê jî, kujerên wî tên parastin.
Ev zarokê 12 salî piştî ku li ber deriyê mala xwe bi 13 guleyan hate qetilkirin. Medyaya Tirk ew wek “terorîst” nîşan da.
Şaredariya Sûrê ji bo şermezakirina vê rûreşiya bê hiqûqiyê peykerek ji Ugurr Kaymaz re li kêleka bedenên Amedê li hemberî şaredariya dabû çêkirin.
Tevî hemû bêhiqûqî û hovîtiya kuştina vî zarokî heta niha jî xuyaye ku hin kes hene heta bi vê bîrdariya wî jî tehemûl nakin. Piştî ku Şaredariya Sûrê di sala 2005'an de ev bîrdarî çêkir jî doz li şaredarê wê demê Abdullah Demirbaş hate vekirin û bi salan ji dozê hate dadgehkirin.
Heykelê Ugur Kaymaz ji aliyê hin kesan ve hat şikandin. Çawa ku bedena wî ya biçûk dan ber 13 guleyan, peykerê wî jî kirin 13 parçe. Bi rastî jî ev hovîtiya li hemberî peykerê Kaymaz ne tenê qetilkirina wî lê wiha xuyaye ku hovîtiya vê hişmendiyê ne dûrî hişmendiya çeteyên DAIŞ'ê ye ku êrîşên bi vî rengî li dijî goristan û heykel û bîrdariyan pêk tînin.