Li Dêrsimê çalakiya ji bo Soma: Ne qeza komkujî ye
Li Dêrsimê bi wesîleya yekemîn salvegera Komkujiya Somayê, çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de banga piştevaniyê hat kirin.
Li Dêrsimê bi wesîleya yekemîn salvegera Komkujiya Somayê, çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de banga piştevaniyê hat kirin.
Platforma Şaxên KESK’ê ya Dêrsimê, bi wesîleya yekemîn salvegera Komkujiya Somayê li Kolana Hunerê hatin gel hev û ber bi Qada Azadiyê ve meşek li dar xistin.
Hevserokên Rêxistina HDP û DBP’ê yên bajêr jî tevlî bûn.
'JI BO KARKERÊN LI SOMAYÊ Û JIYANA MIROVÎ'
Serokê Şaxa SES’ê ya Dêrsimê Ozkan Uç ê di çalakiyê de axivî got, "Em bang li tevayî çîna karker, kedkar û dostên kedê dikin ku ji bo birayên me yên karker ên li Somayê, ji bo karê bi ewle û jiyaneke mirovî ya mafê me ye li rex me bin.
Ji bo em karesata herî hezin a cîhanê û 301 canê xwe ji bîr nekin, 13’ê Gulanê li tevayî bajaran û 16’ê Gulanê jî em ê li Somayê bin.”