Li Kopenhag û Duîsburgê ji bo Ferînaz çalakî
Ji bo Ferînaz Xosrawanî ya ji Rojhilatê Kurdistanê li paytexta Kopenhag a Danîmarka û bajarê Duîsburg ê Elmanya çalakî hatin lidarxistin.
Ji bo Ferînaz Xosrawanî ya ji Rojhilatê Kurdistanê li paytexta Kopenhag a Danîmarka û bajarê Duîsburg ê Elmanya çalakî hatin lidarxistin.
Ji bo Ferînaz Xosrawanî ya li bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo ji hewldana tecawizê ya endamên Îtlaatê xwe rizgar bike ji qata 4’an a otela lê kar dikir xwe avêt û jiyana xwe ji dest da li paytexta Kopenhag a Danîmarka û bajarê Duîsburg ê Elmanya çalakî hatin lidarxistin.
KOPENHAG
Ji bo Ferînaz Xosrewanî li Kopenhagê li ber Konsolosiya Îranê çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.
Di çalakiyê de ji her çar parçeyên Kurdistanê ku tevlîbûn pêk hat, li dijî rejîma Îranê dirûşm hatin gotin û serhildana li Mahabadê hat silavkirin. Di çalakiyê de li ser navê Komîteya Danîmarka ya PJAK’ê, PYD û FEYKURD’ê axaftin hatin girtin.
Namzetê Partiya Gel a Sosyalîst û Alîkarê Şaredarê Gladsaxe Serdal Benlî di axaftina xwe de bal kişand ser zext û komkujiyên rejîma Îranê yên li hember Kurdan û got ku pêwîst e çar parçe Kurdistan bibe yek.
DUÎSBURG
Li bajarê Duîsburg ê Elmanyayê ji bo Ferînaz Xoşrowanî çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.
Çalakî ji aliyê Însiyatîfa Jinan a Duîsburg û Ciwanên Azad ve li Foruma Stada Duîsburg pêk hat. Di çalakiyê de dirûşmên, “Jin, jiyan, azadî” hatin gotin û belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin. Di daxuyaniyê de rejîma Îranê hat şermezarkirin.
Di çalakiyê de ligel wêneyên Xosrawanî, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG / YPJ hatin hilgirtin.