Şervanên YPG’ê Ozdemîr û Arslan ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Murat Ozdemîr (Murat Agirî) li gundê Çîrîş ê Mûşê û Cenazeyê Şervanê YPG'ê Sînan Arslan (Serhad Bêgirî) jî li gundê Stîgulan ê navçeya Bêgirî ya Wanê ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin.

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Murat Ozdemîr (Murat Agirî) li gundê Çîrîş ê Mûşê û Cenazeyê Şervanê YPG'ê Sînan Arslan (Serhad Bêgirî) jî li gundê Stîgulan ê navçeya Bêgirî ya Wanê ji aliyê hezaran kesan ve hatin definkirin.

MÛŞ

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Murat Ozdemîr (Murat Agirî) ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da anîn Mûşê. Cenazeyê Ozdemîr li herêma Şenyaylayê bi girseyî hate pêşwazîkirin û piştre ber bi gundê Çiriş ve derxistin rê. Piştî wecîbeyên olî yên li mizgefta gund darbesta Ozdemîr bi alên kesk, sor û zer hate pêçandin û ji aliyê hezaran welatiyan ve bi meşê ber bi goristana gund ve birin. Di meşê de pankarta “Bi hêviya serokatî, bi meşa gerîlayan, bi rihê Arîn û Murat Agirî ew ê li doza xwe xwedî derkeve” hate vekirin û alên PKK'ê hatin hilgirtin û dirûşmên “Ey şehîd xwîna te erdê namîne”, “Bijî berxwedana YPG” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Piştî meşê cenazeyê Ozdemîr bi dirûşman hate definkirin. Piştî karên definkirinê bi dawî bûn rêzgirtin pêk hat û sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin.

'JI BO RÛMET, NAMÛS Û ŞEREFÊ XWE FEDA KIR'

Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Mûşê Cihan Akpolat diyar kir ku ciwanên Kurd li Kobanê bi berxwedaneke bêhempa lîstikên hêzên emperyalîst û AKP'ê vala derxistin. Akpolat anî ziman ku bi têkoşîna li Kobanê hat dayîn xebata mirovahiyê hate afirandin û bi têkoşîna hat dayîn gelê Kurd xwe ji hemû cîhanê re da ispatkirin. Parlamenterê HDP'ê Demîr Çelîk jî diyar kir ku ciwanên Kurd ji bo şeref, namûs û rûmeta xwe û pêşerojeke azad xwe feda kirin.

'MURAT EV RÊ BI ZANEBÛN HILBIJART'

Bavê Şervanê YPG'ê Ozdemîr Mehmet Selîm Ozdemîr jî diyar kir ku kurê wî bi terbiyeya Quran û Îslamiyêtê mezin bû û şande zanîngehê û wiha got: "Murat ev rê bi zanebûn hilbijart. Ez hurmetê nîşanî wî û ramanên we didim. Murat tenê şehîdê min nîn e yê we ye."

Piştî axaftinan girse derbarî konê sersaxiyê bûn û ji malbat û xizmên Ozdemîr re sersaxî xwestin.

WAN

Cenazeyê Şervanê YPG'ê Sînan Arslan (Serhat Bêgirî) ê ku li gundê Til Mecder ê Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da bi konvoyekî qelebalix anîn navçeya Bêgirî ya Wanê. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, MEYADER, HDP, DBP, Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Wanê û navçeyan û bi hezaran kesan cenaze pêşwazî kir û piştre bigirin gundê Stîgulanê. Di ketina gunde darbesta Arslan ji wesayîtê hate girtin û bi meşê birin qada gund. Di meşê de al û poster hatin hilgirtin. Cenazeyê Arslan li ser daxwaza malbatê birin malê. Dayik û birayê Arslan rûyê wî vekirin û maç kirin û piştre birin goristana gund û bi unîformayên YPG'ê hate definkirin. Piştî karên definkirinê rêzgirtinê pêk hat û Serokê Şaxa MEYADER'ê yê Wanê Îbrahîm Alkan diyar kir ku di têkoşîna azadiyê de JÎTEM, Hîzbûllah û gelek rêxistinên din ên dijmirovahî Kurd qetil kirin û îro jî çeteyên DAIŞ'ê li hemberî Kurdan derxistin.

‘KEÇÊN QEHREMAN ÊN VÊ AXÊ JI BO MIROVAHIYÊ LI BER XWE DAN’

Fîgen Yuksekdag diyar kir ku di berxwedana Kobanê de berxwedana YPG û YPJ’ê rûmeta mirovahiyê xilas kir û wiha got: “Sînan û hevalên wî tenê ne ji bo gelên Kurdistan û Mezopotamyayê ji bo rûmeta gelên cihanê li ber xwe dan. Gelê Tirkiyeyê gelekî deyndarî wan qehremanan e. Artêşa hovan a bi navê DAIŞ’ê ji bo ku rûmeta hemû mirovahiyê di tarîtiyê de bihêle dorpêç kiribû. Di berxwedana Rojava de rêhvalên û xwîşk û birayên me ji bo ku vê tarîtiyê ji holê rakin li ser vî axê şerek dan. Sînan û hevalên wî ji bo hemû gelê Kurdistanê têkoşîna welat dan. Yên ku welatê xwe parastin, welatê xwe teslîmî çeteyên dagirker nekirin.”

Yuksekdag bilêv kir ku berxwedana Rojava berxwedana welat bû û li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji bo parastina hemû gelên Tirkiyeyê bû û wiha axivî: “Heke îro ne ji şehîd Serhadan bûya DAIŞ’ê hemû axa Tirkiyeyê bikira cografyaya şer. Yên ku li Kobanê xwe feda kirin bûn misogeriya serketina Rojava. AKP li her derê şer derdixe. Berpirsyarê zilma DAIŞ’ê ya li Kobanê û Şengalê AKP ye.”

Yuksekdag bilêv kir ku li heman goristanê goreke leşkerekî jî heye û wiha got: “Li vir du zarokên gelê Bêgiriyê hene. Yek di leşkeriyê de yek jî li Rojava di êrîşa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. Em naxwazin canekî din bidin axê. Li vir a bingeha şer tine bike têkoşîna azadî û aştiyê ya gelê Tirkiyeyê ye. Ji bo ku ev têkoşîna azadî û aştiyê ya gelên me bigihîje serketinê hewl didin. Çawa ku li Rojava ji bo gel bi hev re di aştî û aramiyê de bijîn rewş ava kirin em jî dixwazin li Tirkiyeyê jiyaneke wisa ava bikin. Îro rêhevalê me Sînan ê ku şehîd ketiye li Rojava hêviya jiyana adil û wekhev dikare li her derê şîn bibe, jiyaneke bi vî rengî pêkan e nîşanî cîhanê da û şehîd ket.”

Apê Arslan ê YPG’î Vahap Arslan jî diyar kir ku divê gelê kurd xwedî li rûmeta xwe derkevin û wiha got: “Biraziyê min dibe ka şehîd ketibe. Lê bilav ev baş bê zanîn kujerê biraziyê min tenê ne DAIŞ’ê. AKP a ku piştgiriyê dide DAIŞ’ê ê yên li cem wan cih digirin in. Ez li vir soz didim hemû kesan. Dê çeka biraziyê min li erdê nemîne.”

Piştî merasîmê ji bo malbatê sersaxî hate xwestin.

...