Jin û ciwanên li Munîhê, ji bo Xosrowanî ya li Rojhilatê Kurdistanê ji bo xwe ji tecawiza endamên îstixbaratê rizgar bike, întîxar kir li kolanan bûn. Di mîtînga şermezarkirina Îranê de peyama, "Li dijî bêexlaqiyê em ê bêdeng nemînin” hat dayîn.
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê, têkildarî jina ciwan a Kurd Ferînaz Xosrowanî ya li Rojhilatê Kurdistanê di otelekê de dixebitî ji bo xwe ji tecawiza endamên Rêxistina Îstixbaratê ya Îranê Îtlaatê rizgar bike dawî li jiyana xwe anî xwepêşandeneke protestoyî pêk hat.
Di mîtînga ji aliyê Însiyatîfa Jinan SARA, Ciwanen Azad, YXK Munîh ve hat lidarxistin, PYD Munîh jî tevlî bû. Di mîtînga ku rejîma Îranê hat şermezarkirin, dirûşmên, “Qatil Îran", "Jin, jiyan, azadî", "Bijî berxwedana Mahabad" hatin gotin.
'EM Ê BÊDENG NEMÎNIN'
Azad Bîngol ê li ser navê Ciwanên Azad axivî got, "Polîtîkayên şîdet, qirkirin, komkujî, tacîz û tecawiza li hember jinan her roj zêdetir dibe. Rejîma Îranê li hember hêza jinê careke din têk çû. Li dijî bêexlaqiyê wê gelê me bêdeng nemîne. Em ê xwedîderketina li Ferînaz Xosrawanî dewam bikin.”