Êrîşên li dijî gelan li Hannoverê hatin şermezarkirin
Komkujiyên di demên dawî yên çeteyên El Nûsra û DAIŞ li Sûriye û Mûsilê pêk tînin, ji aliyê Yekîtiya Hêza Şoreşgerî ya Hannover ve hat şermezarkirin.
Komkujiyên di demên dawî yên çeteyên El Nûsra û DAIŞ li Sûriye û Mûsilê pêk tînin, ji aliyê Yekîtiya Hêza Şoreşgerî ya Hannover ve hat şermezarkirin.
Komkujiyên di demên dawî yên çeteyên El Nûsra û DAIŞ li Sûriye û Mûsilê pêk tînin, ji aliyê Yekîtiya Hêza Şoreşgerî ya Hannover ve hat şermezarkirin.
Komkujiyên di demên dawî yên çeteyên El Nûsra û DAIŞ li Sûriye û Mûsilê pêk tînin, ji aliyê Yekîtiya Hêza Şoreşgerî ya Hannover bi meş û mîtîngekê hatin şermezarkirin. Di mîtîngê de bi wesîleya salvegera komkujiya Dêrsimê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Mîtîng û meş, li ser banga Nûnertiya Herêma Bakur a AABF bi Koordînasyona Piştevaniyê ya HDP’ê re saet 15.00’an li Steintor destpê kir. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna şoreş û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, ji beşdaran li ser navê AABF, NAV DEM, ATÎF, ADHF, DÎDF, BHH, PYD, Ciwanên Azad, Meclîsa Jinan a Ronahî û saziyên din axaftin hatin kirin. Di axaftinan de êrîş û komkujiyên li dijî gelan hatin şermezarkirin.
Girse bi dirûşman heta Îstasyona Navend a cihê mîtîngê bi dirûşman meşiya.
Li qada mîtîngê li ser navê Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP’ê Naîl Guneş di destpêka axaftina xwe bi wesîleya salvegera komkujiya Dêrsimê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.
Guneş di dewama axaftina xwe got ku ruhê yekîtiya di nav HDP’ê de wê pêşî li komkujiyan bigire û got: “Ji ber vê yekê pêwîst e gel di nav HDP’ê de bibin yek û xwedî li pêşeroja xwe derkevin.
Di mîtîngê de Ferînaz Xoşrevanî ya li Mahabadê ji ber hewldana tecawizê ya endamên îstixbarata Îranê xwe ji qata 4’an a otelê avêt xwarê û jiyana xwe ji dest da hat bîranîn. Li dijî vê êrîşa nemerd serhildana gelê Rojhilat hat silavkirin.
Di mîtînga ku zêdetirî 300 kes beşdar bûn, saet 18.00’an bi dirûşmên yekîtî û piştevaniyê bi dawî bû.