Xizmên windayan li qadan e

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan careke din derketin qadan û aqubeta windayan pirsîn û rejîma Îranê ya êrîşî jina Kurd a bi navê Ferînaz Xosrowanî kir, şermezar kirin.

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan careke din derketin qadan û aqubeta windayan pirsîn û rejîma Îranê ya êrîşî  jina Kurd a bi navê Ferînaz Xosrowanî kir, şermezar kirin.

AMED

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 326'an li Parka Koşuyolu li dar xistin. Rêveberên ÎHD'ê,MEYA-DER, Dayikên Aştiyê, DIYAY-DER, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak, xizmên windayan û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin û hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de ewil Gulten Kişanak ji ber "Roja Dayikan" qerenfîl li dayikan belav kirin. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku hemû kes kiryarên cînayetên li Kurdistanê ji aliyê kê pêk hatin dizane. Bîlîcî anî ziman ku sibe Roja Dayikan e û wiha got: "Em dizanin li xizmên me dewlet winda kirin. Sibe 'Roja Dayikan e' dayikên ku vê derê rûniştin jî li zarokên xwe digerin."

Piştre Abdullah Avşar çîroka qetilkirina Mehmet Şerîf Avşar ê 22'ê Nîsana 1994'an li Amedê ji aliyê 5 cerdevan, çawişekî pispor û îtîrafkarekî ve hate qetilkirin û aqubeta wî pirsî.

Piştre li ser navê Dayikên Aştiyê Nezaat Tekke jî ji bo "Roja Dayîkan" axivî û wiha got: "Em her hefte tên li vir rûdinin û aqubetên zarokên xwe digerin. Mirov van dayikan dibîne pir xemgin dibe. Kesên li ser kursiyan rûdinin bi kîjan rû tên vir dayikan mêze dikin. Zarok wê sibe ji dayikan xwe rê diyariyan bikirin. Ev dayik jî wê biçin goristanê û gorên zarokên xwe ziyaret bikin."

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak jî anî ziman ku ew bi dayikan serbilind in û wiha got: "Dayik her hefte li vir li dadê digerin. Dayik li vir aqubeta zarokên xwe yên hatin windakirin dipirsin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

ÊLIH

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windahiyan jî çalakiya xwe ya hefteya 326'emin bi dirûşma "Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin" li Kolana Gulistanê pêk anî. Nûner û rêveberên rêxistinan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER, KURDÎ-DER û gelek xizmên windahiyan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên di bin çavan de hatin windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Aktîvistê ÎHD'ê ya Êlihê Yahya Polat daxuyanî xwend û diyar kir ku di sedsala 21'an de êrîşên dewleta Tirk li ser mirovahiyê wan dxe nava fikaran. Polat anî ziman ku dayik bi salan e li qadan li ber xwe didin ti carî dev ji têkoşîna xwe bernadin.

Polat bal kişand ser êrîşa rejîma Îranê û raperîna li Mahabadê û ev tişt got: "Dewletên desthilatdar ji bo tinekirina gelê Kurd bi hev re ketine pêşbirkê. Gelo ka wê kî herî zêde Kurdan qetil bike û tine bike. Di ev şerê qirêj de bi her awayî êrîşî gelê Kurd kirin. Herî dawî li Mahabadê ketin nava hewldana destdirêjiyê û jina Kurd bi çalakiya xwe pêşiya vê destdirêjiyê girt."

Polat got ku heya gelê Kurd li qadan xwe bi rêxistin bikin ti dewlet bi Kurdan nikare û anî ziman ku ew ê li hemberî zilmê têbikoşin.

Piştî axaftina Polat 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat.

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî xizmên windayan û ÎHD'ê li Kolana Hunerê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Ligel malbatan rêveberên HDP, DBP'ê, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Nûnerê ÎHD'ê yê Geverê Muhyettîn Unal diyar kir ku 58 heftene li vê qadê ne û wiha got: “Em her hefte nav û navnîşana kesên cînayetên kiryar nediyar pêk anîn aşkera dikin. Lê hikûmeta AKP'ê heya niha ti gav neavêt. Berpirsiyarê parastina qatilan hikûmeta AKP'ê û hikûmetên buhrî ne."

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat û piştre girse ber bi Deriyê Sînorê ê Bajêrgeh ve bi rê ket.