CIVAK-EKOLOJÎ
Hemû Nûçe
-
Berkîn li Edene û Mersînê hat bîranîn
Berkîn Elvan di duyemîn salvegera qetilkirinê de li Edene û Mersînê hat bîranîn. Welatiyan xwest fail derkevin holê. -
‘Em ê heya dawiyê têbikoşin’
Endamên Piştevaniya Taksîmê Berkîn Elvan ê di berxwedana Gezî de ji aliyê polîsan ve hate qetikirin bibîr anîn. -
Ji bo gerîlaya PKK’ê merasîma bîranînê
Li bajarê Bensaîm ê Elmanyayê ji bo gerîlaya PKK’ê Necmiye Gunerî merasîma bîranînê hat lidarxistin. -
Li bajarê Vlademîr kevneşopiya Êzidiyan xurt dibe
Kurdên Êzidî yên li bajarê Vlademîr ê girêdayî Federasyona Rûsyayê dijîn, kevneşopiya xwe ya sazîbûnê didomînin. Komeleya Mezopotamya ya bi salane hatiye avakirin, ji bo rêxistinkirina Kurdên bajar, xebatan dimeşîne. -
Kesên li Amedê hatin qetilkirin li Danîmarka hatin bîranîn
Li bajarê Kopenhag ê Danîmarka kesên di mîtînga HDP’ê ya 5’ê Hezîranê û piştî hilbijartinê li Amedê hatin qetilkirin hatin bîranîn. -
Sala 100. ji 35 wêjevanî ‘Ermeniyê nava me’
Di 100. Salvegera Qirkirina Ermeniyan de pirtûka bi navê ‘Ermeniyên nava me (1915-2015)’ hate weşandin. Di pirtûkê de nivîsên 35 wêjevanî cih digirin. -
Ethem Sarisuluk li ser gora xwe hat bîranîn
Ethem Sarisuluk ê di berxwedana Gezî de hat qetilkirin, li Çorûmê li ser gora xwe hat bîranîn. -
Li Stenbolê 4 jê zarok 10 kes hatin binçavkirin
Endamên DEM-GENÇ ên ji bo tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin li Tunelê hatin gel hev, rastî êrîşa polîsan hatin. Di encama êrîşê de 4 jê zarok 10 kes hatin binçavkirin. -
Ji bo Şervanê YPG'ê Kaya mewlûd
Ji bo şervanê YPG'ê Mahmut Kaya (Erdal Zagros) yê li rojhilatê Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de birîndar bû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê jiyana xwe ji dest da li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê mewlûd hat dayîn. -
Li Danîmarka ji bo serketina HDP’ê pîrozbahiyeke mezin
Li Danîmarkayê serketina HDP’ê bi tevlîbûna gelek siyasetmedarên Danîmarkayî, Kurdistanî û Tirkiyeyiyan hat pîrozkirin. -
Di çalakiya ‘rûniştina F’ de ji bo girtiyê nexweş Ruzgar azadî hat xwestin
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di çalakiya xwe ya hefteya 169'emîn de daxwaza azadiya girtiyê nexweş Faruk Ruzgar ê ku ji sedî 81.91 felc e kir. -
Malbatan ji dewletê hesabê ‘kiryar nediyar’ pirsîn
Li Amed, Êlih, Gever, Îzmîr û Cizîrê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan derketin qadan û aqûbeta windayan pirsîn. -
Dayikan li aqûbeta Guney ê piştî darvekirinê hat windakirin pirsîn
Dayikên Şemiyê yên Stenbolê di çalakiya xwe ya hefteyî de li aqûbeta Veysel Guney ê 11'ê Hezîrana 1981'ê hate dervekirin û cenazeyê wî teslîmî malbatê nehate kirin pirsîn û wiha gotin: "Ev welatekî wisa ye ku ji cenazeyên şoreşgeran ditirse." -
Li Peîne serketina HDP’ê hat pîrozkirin
Li Elmanyayê pîrozbahiyên ji bo serketina HDP’ê didomin -
Gerîlayê ARGK’ê Dûrak li Hîldesheim hat bîranîn
Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê gerîlayê ARGK’ê Ahmet Dûrak ê bi nasnav Xemgîn hat bîranîn. -
Ji bo doza Ozgecanê nuqteya şopandinê hat avakirin
Jinên endamên Halkevlerî bal kişandin ser doza Ozgecan Aslan a li Tarsûsê pêk tê, li Kadikoyê Nuqteya Şopandina Dozê ava kirin. -
Dayik Hatîce Comert: Em ê heta dawiyê têbikoşin
Rûniştina doza Abdullah Comert ê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, taloqî 19’ê cotmehê hat kirin. Dayik Hatîce Comert got: “Li vî welatî edalet tine? Em ê serî netewînin, heta dawî têbikoşin." -
Êrîşên provokatîf ên li Amedê hatin şermezarkirin
Sendîkayan û rêxistinên girseya demokratîk, êrîşên provokatîf ên di pêvajoya hilbijartinê û piştî wê de rû dan şermezar kirin. Di daxuyaniyan de hat gotin ku êrîş bi piştgiriya dewletê hatine kirin. -
Pirtûka 'Kurdistan, Mirovên Rojê' bi Katalanî hat weşandin
Weşanxaneya Paper a li Katalan Tigre'yê, bi navê 'Kurdistan, Mirovên Rojê' pirtûkek ji 400 rûpelî weşand. -
Şervanê BOG’ê Arpaçay li Stenbolê hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê Azerî yê BOG'ê Mahîr Arpaçay (Tamer Arda) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji hêla hezaran welatiyan ve bi bi strana 'Bîr ogul buyutmelîsîn/divê ti kurekî mezin bikî' hat definkirin. -
Li Marsîlya di navbera 11-13’ê Hezîranê de Mîhrîcana Arîn Mîrxan
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ji bo Mîhrîcana Arîn Mîrxan a wê îsal cara yekemîn bê lidarxistin daxuyaniya çapemeniyê pêk hat. -
Li dijî şîdeta bi esasê olî xêzik: Paasban
Li Pakîstanê, xêzkarên li dijî şîdeta Talîbanê têdikoşin, bi romaneke ji xêzikan a nû re hewl didin ciwanên berê xwe dane şîdetê, wan vegerînin. -
Li Celle aktîvîteya ‘Şehîdên meha Gulanê çand û spor’
Li bajarê Celle yê Elmanyayê aktîvîteya ‘Şehîdên meha Gulanê çand û spor’ hat lidarxistin. -
Li Bordeaux 7. Turnuvaya Şehîd Nûrhak pêk hat
Li bajarê Bordeaux ê Fransayê 7. Turnuvaya Şehîd Nûrhak bi beşdarbûna girseyek qerebalix pêk hat. -
Li Frankfurtê ‘Şehîdên Meha Gulanê” hatin bîranîn
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bîranîn.