Xizmên windayan hesab ji dewletê xwestin, DAIŞ lanet kirin
Xizmên windayan li Amed, Îzmîr, Geverê û Cizîrê çalakiyên xwe yên hefteyî li dar xistin û di çalakiyan de aqûbeta xizmên xwe yên hatin qetilkirin û windakirin pirsîn.
Xizmên windayan li Amed, Îzmîr, Geverê û Cizîrê çalakiyên xwe yên hefteyî li dar xistin û di çalakiyan de aqûbeta xizmên xwe yên hatin qetilkirin û windakirin pirsîn.
Xizmên windayan li Amed, Îzmîr, Geverê û Cizîrê çalakiyên xwe yên hefteyî li dar xistin û di çalakiyan de aqûbeta xizmên xwe yên hatin qetilkirin û windakirin pirsîn.
AMED
Endamên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 333'an bi pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li Parka Koşuyolê li dar xistin. Di çalakiyê de pankartê "Albûma Şehîdan" hat vekirin. Gelek nûnerên saziyan piştgirî dan çalakiyê. Vê hefteyê çîroka Mustafa Erdal ê ku di sala 1984'an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di binçavan de hat windakirin hat vegotin.
Endama ÎHD'ê Nîgar Kocaman diyar kir ku leşkerê bi navê Osman Karadenizê ji 12'ê hezîranê vir ve winda ye û wiha got: "Dewlet hê polîtîkayên xwe yên salên 1990'î didomîne. Divê dewlet demildest dest ji wan polîtîkayên berde û rewşa leşkerê winda bide aşkerakirin."
Rêveberê ÎHD'ê Emîn Ermîn nivîsa birayê Mustafa Erdal, Kemal Erdal şandî xwend, "Leşkerên Qereqola Çêle di 29'ê kanûna 1984'an de bi ser mala birayê min de girtin û Mustafa bi xwe re birin. Em her tim diçûn me aqûbeta birayê xwe dipirsî. Lê her tim digotin ku wê serbest berdin û bernedidan. Piştî 25 rojan gotin ku 'werin cenazeyê xwe bibin'. Ji me re gotin ku Mustafa ji zinar de wer bûye xware. Gundî dîtibûn leşker bi ben birayê min girêdane û ew ber bi çiya ve kaş kirine. Di serê wî de gelek şopên qûndaxa çekê hebûn. Şopên ku bi ben hatibû girêdan hebûn li ser laşê wî. Bii birayê min re gundiyekî me yê bi navê Vahît Karabaş jî hatibû binçavkirin. A rast ew şahidê bûyerê ye. Fermandarê Qereqola navêeyê Fahrettîn Başçavuş, û Tumer Kiliç ê fermandarê yekîneyan dibistanê YÎBO'yê berpisrsiyarê mirina birayê min in. Me nekarî em doz li wan vekin. Em wê demê ditirsiyan. Paşê me serî lê da bi hinceta bi ser bûyerê dem boriye daxwaza me hat redkirin. Em ê dozê bibin AÎHM'ê."
QATILÊN SÎNCAR NEHATIN JIBÎRKIRIN
Piştre Hevjîna Parlementerê DEP'ê Mehmet Sîncar Cîhan Sîncar jî axivî û got ku 22 sal in hê kujerên hevserê wê nehatin darizandin û ew ê ji bo kiryar bên darizandin têkoşîna xwe bidomîne. Sîncar da zanîn ku wan dozê biriye DMME'yê
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.
GEVER
Xizmên windayan û ÎHD'ê li Geverê jî bi heman armancê li Kolana Hunerê çalakiya xwe ya hefteyî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Rêveberên HDP, DBP, Meclîsa Civaka Demokratîk a Geverê, hevşaredarên Geverê û gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de çîroka Sabrî Çardakçi yê ku li gundê Dara di 8'ê îlona 1993'an de bi guley roketê hat qetilkirin hat vegotin. Piştî rêzgirtinê Harun Çardakçi çîroka bavê xwe wiha vegot: "Bavê min li gundê Darayê dijiya. Ji kesên li Geverê welatparêz û pêşeng bû. Di salên 90'î de dem dem ji bo bazirganiyê diçû Başûrê Kurdistanê. Yên hez ji bavê min nedikirin gîlî kirin."
'BAVÊ MIN BI ÇEKAN HAT GULEBARANKIRIN'
Çardakçi da zanîn ku tîmên tabyet mala wan gulebaran kir û wiha axivî: "Di salên 90'î de çeteyên dewletê û tîmên teybet tirsekî mezin li ser gel pêk anîn. Di 8'ê îlona 1993'an de serê sibê seat di 03.00'an de du panzer nêzî mala me bûn. 15-20 tîmên taybet malbata me dorpêçkirin û pişt re ji wan kesekî yê bi kurdî diaxivî ji bavê min xwest derî veke. Bavê min çawa derî vekir 4 kesan bavê min girt û derxistin derve. Di wê demê de bavê min kire qêrîn 'Ev tîmên taybet in derî bigirin' Li ser vê yêkê dengê çekan hat. Pişt re malbat me gulebaran kirin û roket avêtinê. Serê sibê me cenazeyê bavê xwe 100 metre durî malê hatî gulebarankirin dît."
'AQILÊ XWE BÎNIN SERÊ XWE AN NA HÛN Ê HEMÛ DI HEMAN RÊYÊ DE BIÇIN!'
Çardakçi da zanîn ku serê sibê leşker û tîmên taybet ên ku bavê wî qetil kirin dema reviyan du bêtêl û çanteyê windakirin peyda bikin mala wan dorpêçkirin û wiha axivî: "Dozgerê Geverê yê wê demê û rayedarekî leşkeran hatin. Apê min Esfendiyar di wê demê de ji dozger re got, 'Qatilên we şevê din du bêtêl û çanteyek xistin em dixwazin bên lêkolînkirin' Li ser vê yêkê dozger ji ber malê çû. Piştre helîkopterên ji Tabura Geverê rabûn li ser mala me nizim firiyan û belavokên 'Aqilê xwe bînin serê xwe heke hûn hemû dê di heman rê de biçin!' avêtin." Çardakçi bilêv kir ku li dozgeriyê serlêdana sûc kirin lê tu encama negirtin.
Piştî axaftinê çalakiya rûniştinê pêk hat.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê li Sumerbanka kevin daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Rêveberê ÎHD'ê Ahmet Çîçek aqubeta Selahattîn Akbulut ê ku li gundikê Mehmetşîrvan a gundê Kenhizirkan a Bîsmîlê ya Amedê hat qetilkirin pirsî. Çîçek anî ziman ku ji ber Akbulut cerdevanî qebûl nekirin gelek caran hat binçavkirin û rastî îşkenceyê hat û wiha got: "Di 21'ê Hezîrana 1995'an de leşkeran bi ser gundikê Mehmetşîrvan de girtin. Di serdagirtinê de 5 kesên sivîl Selahattîn Akbulut bi zorê ji malê derxistin û li wesayîta bi marqeya Toros a spî siwar kirin. Ji wê rojê şunda tu agahî ji Akbulut nehatin girtin."
Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ji bo aqubeta welatiyên ji hêla JÎTEM’ê ve hatine windakirin bipirsin di hefteya 340’emin de hatin cem hev û aqûbeta Abdullah Duşkun ê sala 1994’ de ji hêla JÎTEM’ê ve hat windakirin pirsîn.
CIZÎR
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayikên Şemiyê û xizmên windayan ji bo aqubeta welatiyên ji hêla JÎTEM’ê ve hatine windakirin bipirsin di hefteya 340’emin de li Kuçeya Hunerê hatin cem hev. Di çalakiyê de MEYA-DER, KURDÎ-DER, Komeleya Alimên Botanê, nûnerên ÎHD’ê amede bûn. Li qadê pankarta “Albûma şehîdan” hat vekirin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Rêveberê Şaxa MEYA-DER’a Cizîrê Veysî Durgut çîroka windakirina Abdullah Duşkun ê di sala 1994 de hat windakirin vegot.
‘MALBATÊ JI TIRSAN SERÎ LI SAZIYÊN FERMÎ NEDA'
Durgut destnîşan kir ku Abdullah Duşkun bavê 7 zarokên bû û li gundê Damlarkayê yê Basaya Şirnexê dijiya û wiha got: "Piştî gundê Duşkun ji hêla dewletê ve hat şewitandin koçî Cizîrê kirin. Di sala 1994'an de çar rojan beriya Cejna Qurbanê kesên bi cilên sivîl bi ser mala wan de girtin û li malê kontrola nasnameyan kirin. Kesên bi ser malê de girtin dema Abdullah birin kesên malê xwestin bi van re biçin bi êrîşa kesê çekdar re rû bi rû man. Kesê çekdar gefa kuştinê li malbatê xwar, Abdullah li wesayîta spî kirin û bi xwe re birin. Malbat ji tirsa serî li saziyên fermî nedan." Durgut bilêv kir ku 4-5 roj şûnde ajokarekî dolmişa ji Nisêbînê dihat li ser rêya gundê Girefşê cenazeyek dît û agahî da rayedarên dewletê. Durgut anî ziman ku piştî otopsiyê derket holê ku aydî Abdullah e û cenazeyê wî ji hêla malbatê ve li gund hat definkirin.
Piştî axaftina Durgut, civaknas Abdullkerîm Pusat axivî û bal kişand ser komkujiya Kobanê. Pusat anî ziman ku çeteyên hov îro li gelek deverên dinyayê komkujiyan pêk tîne û wiha got: "Divê dewleta Tirk baş zanibe ku gelê Kurd li hemberî komkujiyan serê xwe netewandiye û natewîne."
Piştî çalakiya rûniştinê dawî li çalakiya xwe anîn.