Çeteyên DAIŞ û AKP li her cihî tên şermezarkirin

Komkujiya Kobanê ya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat pêk hat li Enqere, Amed, Sêrt û Mêrsîn bi daxuyanî û meşan hat şermezarkirin.

Komkujiya Kobanê ya ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat pêk hat li Enqere, Amed, Sêrt û Mêrsîn bi daxuyanî û meşan hat şermezarkirin. Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Lokman Ergun got ku AKP'ê bi piştgiriya dide çeteyên DAIŞ'ê li Rojhilata Navîn şer dike.

ENQERE

DEM-GENÇ, KJA, HDP-HDK û gelek saziyên din ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û komkujya Kobanê şermezar bikin li Kolana Yukselê hatin cem hev û meş li dar xistin. Bi sedan welatî pankartên "Tecrîda li ser Rêbertiyê ji pêvajoyê re îxanet e", "Qatil DAIŞ hevkarê AKP bicehimin ji Kurdistanê" hilgirtin û dirûşmên "Bê serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo", "Biji Berxwedana YPG/YPJê" meşiyan.

Piştî meşê Endamê DEM-GENÇ'ê Yasîn Çakan daxuyanî xwend û diyar kir ku ji 5'ê nîsanê heya niha li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tercrîd tê meşandin û 16 salin Ocalan ji bo aştiyê kedê dide lê her tim li ser tecrîd tê meşandin. Çakan anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan tê meşandin qebûl nakin û divê demildest tecrîd bê rakirin û Ocalan serbest bê berdan û wiha got: "Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Birêz Ocalan û komkujiyên li hemberî gelê kurd pêk tên tesadufî nîn in."

Piştî meşê Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Lokman Ergun got ku AKP bi piştgiriya ku dide DAIŞ'ê Rojhilata Navîn dike qada şer.

SÊRT

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê jî bi armanca li avahiya DBP'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Dayika Aştiyê Akîde Arslan êrîşa DAIŞ'ê ya di meha remezanê de pêk hat şermezar kir û wiha axivî: "Bila çeteyên DAIŞê û Serokomar dev ji gelê kurd berdin. Tevî hemû êşên ku me kişandine em aştiyê dixwazin."

AMED

Rêxistinê EMEP'ê yên Kurdistanê jî bi heman armancê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li gel hat kirin ku derbikevin kolanan û wiha hat gotin: "Êdî tu wateya nîqaşa gelo AKP piştgiriyê dide DAIŞ'ê yan na. Aşkere ye ku AKP piştgiriya çeteyan dike."

Komeleya Sêx Saîd jî êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Kobanê bi daxuyaniya nivîskî şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Ev êrîş rûdana hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ye."

'KOBANÊ HEMÛ KURDISTAN E'

Li navçeya Licê ya Amedê jî bi heman armancê DBP û HDP'ê meş li dar xistin û komkujî şermezar kirin. Piştî meşê Hevserokê DBP'ê yê Licê Murat Atagun daxuyanî da û wiha got: "Piştî her du kanton gihîştin hev girîngiya Kobanê zêdetir bû. Ji ber vê yekê komkujî hat kirin. Kesên ku tehemulî Kurdan nakin bila bizanibin ku Kobanê ne bi tenê ye. Kobanê hemû Kurdistan e."

MÊRSİN

Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrsînê li Parka Zarokên Azad daxuyanî da komkujî şermezar kir. Endamên Platformê pankartên "Li Kobanê mirovahî tê qetilkirin, Lanet li çeteyên DAIŞ'ê bê" vekirin û dirûşmên "Qatil DAIŞ hevkar AKPé û "Gelê Rojava ne bi tenê ye" berz kirin.

Serokê Giştî yê TTB'ê Beyazit Îlhan got ku li Rojhilata Navîn bi piştevaniya çeteyan şerek tê meşandin û wiha got: "Li hemberî kesên li Rojhilata Navîn piştgiriyê didin çeteyan gelên mezlûm dê qezenc bikin.