Şervanê YPG’ê Akgun ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Burhan Akgun (Fedakar Pîran) ê li Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Burhan Akgun (Fedakar Pîran) ê li Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Burhan Akgun (Fedakar Pîran) ê 26'ê Hezîranê li gundê Şêxler ê Kobanê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Esenyurt a Stenbolê bi tevlîbûna sedan kesan hat definkirin. Cenazeyê Akgun ewil anîn Mizgefta Kuzuyolu ya Esenyurtê. Piştî wecîbeyên olî yên li mizgeftê ji aliyê welatiyan ve hat hilgirtin û ber bi malê ve birin. Piştî demekê li malê hat sekinandin cenazeyê Akgun birin Goristana Esenyurtê. Di meşê de dirûşmên, "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê cenazeyê Akgun hat definkirin.
Piştî karên definkirinê bi dawî bûn Hevserokê YAKAY-DER'ê Velat Demîr axivî û wiha got: "Heval Burhan qîrîna zarokên Kobanê û lorikên dayikan hîs kir û li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer kir û şehîd ket. Heval Burdan wê di nava dilê me, jiyan û ramanên me de heya dawî bijî."
Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Stenbolê Cesîm Soylu jî wiha got: “Ev şehîdê me ne yekemîn û ne jî wê yê dawî be. Yên çeteyên DAIŞ'ê dişînin Kobanê bila baş bizanin ku bi piyên xwe yên qirêj Kobanê qirêj nekin."