Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê li bajarê Lînz ê Awûstûryayê bi meşekê hat şermezarkirin. Girseya li Schillerpark saet 18:00'an kom bû bi pankart û flamayên YPG/YPJ’ê ber bi navenda bajarê Lînzê meşiya.
ANF
LÎNZ
yekşem, 28 pûşperê 2015, 07:44
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê li bajarê Lînz ê Awûstûryayê bi meşekê hat şermezarkirin. Girseya li Schillerpark saet 18:00'an kom bû bi pankart û flamayên YPG/YPJ’ê ber bi navenda bajarê Lînzê meşiya.
Di meşê de dirûşmên, "Turkeî Terrorîst”, “Erdogan Terrorîst", “Heute Kobanê, morgen Europa - Stoppt den ÎSÎS”, “Stoppt den Morder" hatin gotin. Dema girse gihişt navenda bajêr Vefa Gwan a axaftinek kir got ku her kes dizane Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ’ê û hikûmeta AKP’ê ya bi taybet ji destketiyên YPG/YPJ’ê aciz dibe berpirsyar e.
Di axaftina li ser navê Partîzan jî Yavûz Tohûmcû jî diyar kir kesên destketiyên gelan hezm nakin bi tifaqekê re dest bi êrîşan kirine, lê wê Kobanê timî bi serbilindî li ser piyan be.