Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Ewropayê (ATÎK), êrîşa DAIŞ’ê ya li hember Kobanê lanet kir. ATÎK bang li kesên li Ewropayê kir ku tevlî çalakiyan bibin û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest.
ATÎK a daxuyaniyeke nivîskî weşand got: "DAIŞ û hevkarê wê Dewleta TC a faşîst ên dixwazin bi komkujiyan azadiya Kobanê ya bi destketiyên mezin didome asteng bikin, di nav hewldaneke vala de wê wek qetlîamkerên mirovatiyê di dîrokê de bên nivîsandin.”
'PAŞDEXISTINA ÇALAKIYAN WEZÎFEYA ME HEMÛYAN E'
ATÎK nerazîbûn nîşanî polîtîkayên durû yên dewletên Ewropayê da û wiha bang li karker û kedkarên koçber kir:
"Paşdexistina êrîşên li hember hêzên paşverû yên piştgiriyê didin berxwedanê di serî de wek karker û kedkarên koçber ên li Ewropayê, demokrat û şoreşger wezîfeya her kesî ye. Tenê bi vî awayî em ê karibin kêm be jî ji kêmkirina êşan re bibin piştgirî, ji bo komkujiyên nû rû nedin em ê karibin berxwedanê ava bikin.
Bi vê wesîleyê em bang li girseya me û dostên me yên hestyar dikin ku tevlî çalakiyan bibin, di şexsê gelê Kurd de xwedî li êşên rû didin derkevin. Em ji malbatên xizmên wan li Kobanê jiyana xwe ji dest dane û gelê me re sersaxiyê dixwazin.”