KCD-E Duyemîn Civata Giştî li dar xist

Duyemîn Civata Giştî ya KCD-E di navbera 22-26’ê Hezîranê de pêk hat. Di Civaka Giştî de biryar hat girtin ku ji bo azadiya Ocalan û rakirina tecrîdê çalakî û kampanyayên demkurt û demdirêj bên rêxistinkirin.

Duyemîn Civata Giştî ya KCD-E di navbera 22-26’ê Hezîranê de pêk hat. Di Civaka Giştî de biryar hat girtin ku ji bo azadiya Ocalan û rakirina tecrîdê çalakî û kampanyayên demkurt û demdirêj bên rêxistinkirin.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCD-E) Duyemîn Civaka Giştî di navbera 22-26’ê Hezîranê de bi tevlîbûna 279 delegeyên ji qadên wek çand, jin, ciwan, dîplomasî, yekîneyên baweriyan û hwd. pêk anî. KCD-E di daxuyaniya xwe de got: “Civata me ya Giştî pêşveçûnên siyasî yên Rojhilata Navîn, Ewropa û Kurdistanê nirxandiye, xebatên siyasî û dîplomatîk ên pêvajoya pêşiya me bi plan kiriye.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Serketina Gîre Spî ji bo armanca Sûriyeya demokratîk wek qezenceke girîng nirxandiye, di serî de li Kobanê li hember êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Şoreşa Rojava gihiştiye biryara pêşxistina têkoşîna demokratîk. Ji bo parastin û pêşxistina destketiyên gelê Rojava biryar hatiye girtin ku li derveyî welêt piralî xebateke siyasî, aborî û civakî bê kirin.

Encamên hilbijartinên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi berfirehî hatiye nirxandin û hedefa, ku potansiyela di pêvajoya hilbijartinê de li Ewropayê derketiye holê bê mezinkirin, bi wesîleya hilbijartinê re yekîtiya demokratîk a derketiye holê derxînin asta herî jor û ev mayînde û bigihêje rêxistinkirinê, dane ber xwe.

Civaka me ya Giştî ya Duyemîn, xebatên pratîk-rêxistinkirî ya sala dawî bi berfirehî nirxandiye, têkildarî hewcedariyên perwerde, aborî, çandî û civakî ya civaka Kurd a li Ewropayê, gelek biryar hatine girtin. Li gorî perspektîfa neteweya Demokratîk biryar hatiye girtin ku xebatên me yên Ewropayê biguherin, kapasîteya çalakî û rêxistinî bê mezinkirin û di vî alî de, me xwe gihand yekbûna biryar û îradeyê.

AZADIYA OCALAN PEYWIRA SEREKE YE

KCD-E’yê da zanîn ku  di mijara azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de biryar hatine girtin û wiha hate berdewam kirin: “Têkildarî pêkanîna azadiya Rêber Apo û rakirina tecrîdê, biryarên pêkanîna çalakî, bername û kampanyayan hatiye girtin. Li ser vî esasî azadiya Rêber Apo peywira sereke hatiye dîtin.”

Di daxuyaniya KCD-E de wiha hate gotin: “Biryar hatiye girtin ku meclîsên demokratîk ên gel bên pêşxistin, kooperatîf û akademî bên avakirin, navendên civaka Kurd a demokratîk li her bajarê ku Kurd lê dijîn bên rêxistinkirin, sazî bên xurtkirin, jin û ciwan di xebatan de zêdetir cih bigirin û ji bo vê jî hewldanên aktîf bên nîşandan.

Em careke din ji bo malbatên kesên li Kobanê di êrîşên çeteyên faşîzan a DAIŞ’ê de şehîd ketine, sersaxiyê dixwazin û berxwedana qehremanî ya hêzên parastinê û gelê Kobanê silav dikin.

Em rewşenbîrên û Elewiyên di 2’ê Tîrmehê de li Sêwasê hatin şewitandin û qetilkirin, bibîr tînin û kujeran bi nefretek mezin şermezar dikin, bang li aliyên demokatîk, rewşenbîr dikin ku ji bo pêşerojeke azad di nava piştevaniyê de bin.”

...