Demîrtaş û Yuksekdag: Em piştgiriyê didin gel û hikûmeta Yewnan
HDP’ê da xuyakirin ku piştgiriyê didin gel û hikûmeta Yewnan û bal kişand ku cîhaneke hê adil û azadîxwaz ji her demê zêdetir nêzîk e.

Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş bi daxuyaniya weşandin piştgiriya xwe ya bi gel û hikûmeta Yewnanîstanê re aşkera kirin.
Yuksekdag û Demîrtaş diyar kirin ku di têkoşîna li ser navê edalet, wekhevî û demokrasiyê de ya li hember şidandina kemerê bi gel û hikûmeta AKP’ê re ne û têkoşîna wan nîşan dide ku Ewropayeke din mimkun e.
'EM HÊVÎDAR IN ALIYÊN DIN JÎ BI ERÊNÎ BERSIVÊ BIDIN HEWLDANÊN HIKÛMETÊ'
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Em hêvîdar in aliyên din jî bersiva erênî bidin hewldanên hikûmeta Yewnanîstanê ya ji bo lihevkirinan.”
Hevserokan bal kişand ku cîhaneke hê adil û azadîxwaz ji her demê zêdetir nêzîk e.