DAIŞ û Erdogan li Qibrisê hatin protestokirin

Kurd û dostên wan ên li Qibrisê, çeteyên DAIŞ’ê yên êrîşî Kobanê kirin û dewleta Tirk protesto kirin.

Kurd û dostên wan ên li Qibrisê, çeteyên DAIŞ’ê yên êrîşî Kobanê kirin û dewleta Tirk protesto kirin.

Girseya li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê li hev civiya, hêrsa xwe ya li hember DAIŞ û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan anî ziman. Di çalakiyê de belavokên têde behsa piştgiriya Tirkiyeyê ya ji DAIŞ’ê re dike li çapemenî û gelê Qibrisê hat belavkirin.

Heyeta ji 3 kesan a ji aliyê nûnertiyê ve hat qebûlkirin nameya ku têde tê xwestin ji ber piştgiriya Erdogan a ji terorê re li dadgehên navneteweyî bê darizandin û pêşî li alîkariya Tirkiyeyê ya ji DAIŞ’ê re bê girtin dan rayedaran.