Ji HDK’ê ji bo gelê Yewnanîstanê banga piştevaniyê

Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) daxuyaniyek nivîskî da û banga piştevaniya bi gelê Yewnanîstanê re kir.

Desteya Rêveber a Kongreya Demokatîk a Gelan (HDK) daxuyaniyek nivîskî da û banga piştevaniya bi gelê Yewnanîstanê re kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku muzakereyên ku di navbera hikûmeta Syrîza ku 25’ê Çile li Yewnanîstanê hat desthilatdariyê û nûnerên IMF’ê de yên ‘plana rizgarkirinê’ ev 5 meh e berdewam dikin û wê di 26’ê Hezîranê de bi dawî bibin. Her wiha hat gotin bi pêşniyara hikûmetê, parlamentoyê biryar daye ku şert û mercên YE û nûnerên IMF’ê li maseya muzakereyê danîne holê pêşkêşî referandûmê bikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Serokwezîr Çîpras beriya dengdana li parlamentoyê axiviye û diyar kiriye ku ji bo dirêjkirina plana deyn, şertên plana ku kredîtoran pêşniyar kirine, tê wateya ku ‘bi rûmeta gelê Yewnan dilîzin’ û wiha hat gotin: “Çîpras ji bo demokrasiyê li ser xaka xwe biparêze, gotiye ku wê destûrê ji nûnerên YE’yê negirin û divê li dijî her encama derkeve holê, rêzdar bin.”

Di berdewamiyê de ev tişt hatin gotin: “Ji ber krîza kapîtalîst a 2008’an  li Yewnanîstanê ev demeke dirêje bêkarî, xizanî û deynkirin zêde ye. Rêjeya bêkariyê ji sedî 27 e. Bi ciwanan re ji sedî  60. Li hezaran malî ceyran tine, ji ber fon nayên dîtin perwerdeya dibistanan têk çûye. Di encama polîtîkayên teserûfê de  maeş hatine sînorê xizaniyê. Kredîtorên YE û IMF’ê jî ji bo krediyê bidin, şert û mercan datînin holê. Ev jî tê weteya ku meaş zêdetir bên xistin, bac bên zêdekirin û taybetkirin zêde bibe. Yanî zêdetir teserûf tê xwestin. Ev aşkera ye ku helwesta Troykaya YE’yê ne ji bo berjewendiya gelan, di aliyê parastina berjewendiya pere de ye.”

EM PIŞTEVANIYA ENTERNASYONALÎST MEZIN BIKIN

HDK’ê diyar kir ku gelê Yewnan di 5’ê Tîrmehê de diçe ser sindoqan û  got encama di sindoqan de derkeve wê qedera kedkar û nifşê nû diyar bike. HDK’ê got ku ew di wê baweriyê de ne ku biryara ji sindoqan derkeve ji bo kesên serdest bibe bersivek xurt û got: “Em wek Kongreya Demokratîk a Gelan têkoşîna wan silav dikin û ligel têkoşîna wan e. Em bang li hemû gelên Tirkiyeyê dikin ku piştevaniya enternasyonalîst a gelê Yewnan re mezin bikin.”