‘33 can hê jî dişewitin’

Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Beştaşî (ABF) Bakî Duzgun di mîtînga ji bo bîranîna 33 rewşenbîr û hunermendên di 1993'an de li Otela Madimakê hatin şewitandin de got ku ev 22 sal in 33 can hê jî dişewitin û birîna wan derman nebûye

Serokê Giştî yê Federasyona Elewî Beştaşî (ABF) Bakî Duzgun di mîtînga ji bo bîranîna 33 rewşenbîr û hunermendên di 1993'an de li Otela Madimakê hatin şewitandin de got ku ev 22 sal in 33 can hê jî dişewitin û birîna wan derman nebûye. Duzgun diyar kir ku yên li Sêwasê mirov şewitandin îro Kobanê kirine gola xwînê heman hişmendî ye û wiha got: "Heta ku Madimak nebe muze agirê Sêwas venamire. Em ê hesabê vê ji kujeran bipirsin."

Hevbirên Federasyona Elewî Beştaşî (ABF) û Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) ji bo bîranîna 33 rewşenbîr û hunermendên di 2'yê Tîrmeha 1993'yan de li Otela Madimakê ya Sêwasê de hatin qetilkirin û ji bo edalet pêk were li Qada Kadikoyê ya Stenbolê mîtîng li dar xist. Di mîtîngê de ji bilî rêxistinên Elewî, parlamenterê HDP'ê Alî Kenanoglu, Beyza Ustun, parlamenterên CHP'ê Gokmen Ogut, Mahmut Tanal, malbatên welatiyên di berxwadana Geziyê de jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes amade bûn. Beriya mîtîngê bi hezaran kesên li Parka Mehmet Ayvalitaş kom bûn bi hilgirtina wêneyên 33 rewşenbîr û hunermendên di otelê de hatin şewitandin hilgirtin û bi berzkirina dirûşmên "Kujer DAIŞ hevkarê wê AKP", "Em ê hesabê Sêwasê bipirsin" û "Bijî berxwedana Kobanê" ber bi qada mîtîngê ve meşiyan.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Koma semahê ya Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal a Stenbolê ewilî derket ser dikê. Piştî semahê Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal Ganî Kaplan axivî. Kaplan diyar kir ku ev pêvajoya ku niha têde derbas dibin ji pêvajoya ku komkujiya Madimakê pêk hat dijwartir e. Kaplan komkujiyên Dêrsim, Gurgum, Çorum, Sêwas û Roboskî bi bîr xist û wiha got: "Dixwazin bi êşê ser bi êşan hatine kişandin bigirin. Dixwazin bi komkujiyeke din komkujiya pişt wê bidin jibîrkirin. Em wekheviyê dixwazin. Me xwest ku Madimak bibe muzeya şermê û navê kujeran li ser dîwarên wê bên nivîsandin. Heta ku em yekîtiya xwe ava nekin wê komkujiyên bi vî rengî li ser serê me kêm nebin."

Kaplan bang li her kesî ku ji bo komkujiya Sêwasê neyê jibîrkirin tevlî bîranîna wê were lidarxistin bibin.

MA TI KOR Û KER Î?

Hevjîna Nesîmî Çîmen ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Makbule Çîmen jî ev tişt anî ziman: "Ne 24 sal li ser wê 500 sal jî derbas bibe em namirin û em ê bijîn. Êdî qad têrî me nakin bila serokomar vê yekê bibîne. Tenê daxwaziyek me heye ew jî Otela Madimakê bikin muzeya şermê. Ma serokomar kor û ker e çima dengê me nabihîze? Em li wri şewitîn û 8 seatan me temaşekirin." Çîman bi van gotinan bang Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir: "Dengê min bibihîze, ez Makbule Çîmen im. Ez bang te dikim."

Serokê Giştî yê ABF'ê yê Bakî Duzgun got ku ev 22 sal in 33 can hê jî dişewitin û birîna wan derman nebûye û wiha axivî: "Duh yên li Sêwasê me şewitandin komkujiya Roboskî pêk anîn. Yên duh Sêwas şewitandin îro Kobanê, Fransa û Tunusê kirin gola xwînê. Ev doza me heta dawiya mehşerê namîne. Dadger û dozgerê vê dozê em in. Heta ku Madimak nebe muzeya şermê wê Sêwas bişewite."

Serokê Federasyona Komeleyên Elewiyan ê Ewropayê Huseyîn Mat jî anî ziman ku yên li Sêwas û Kobanê komkujî pêk anîn heman hişmendî ye û ev tişt anî ziman: "Hezar silav ji gerîlayên li Kobanê li ber xwe didin. Di dîrokê de her tim berxwedêr bi ser dikevin. Em ê rojekê teqez bi ser bikevin. Ne Tayyîp û ne jî celadên Tayyîp nikarin pêşiya vê yekê bigirin."

...