Li Aachen çalakiya ji bo Kobanê
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê û komkujiya pêk anî, li bajarê Aachen ê Elmanyayê bi tevlîbûna sedan kesan hat şermezarkirin.
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê û komkujiya pêk anî, li bajarê Aachen ê Elmanyayê bi tevlîbûna sedan kesan hat şermezarkirin.
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê û komkujiya pêk anî li bajarê Aachen ê Elmanyayê bi tevlîbûna sedan kesan hat şermezarkirin.
Di çalakiya ku Meclîsa Jinan a Denîz Firat û Navenda Civaka Kurd a Aachen pêk anî, girse li ber Mala Gel a Kurd hat gel hev. Girse bi dirûşmên ku komkujiyê şermezar dikin derket rê li cadeyên herî qerebalix çalakiyeke rûniştinê ya demkurt pêk anî.
Di çalakiyê de pankarta, “Stop ISIS”, “Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovahiyê ye“, “Ji Şengalê heta Kobanê bijî têkoşîna jin” hatin hilgirtin. Dirûşmên, “DAIŞ, ji Kurdistanê bicehime”, “Tirkiye fînans dike, DAIŞ qetil dike”, “Bijî YPG / YPJ”, “Bijî Kobanê” hatin gotin. Di meşê de belavokên Elmanî hatin belavkirin.
Girseya hat Qada Elisenbrunnen li vir deqeyek rêzgirtin pêk anî. Paşê axaftin hatin kirin.