Graz û Kobanê di şînê de ye!

Li bajarê Graz a Awûstralyayê di 20’ê Hezîranê de kesekî wesayîta xwe bi ser kesên di rê de derbas dibûn ve bir û 3 kes mirin, 34 kes jî birîndar bûn. Duh ji bo wan meşek pêk hat û Kurd jî beşdar bûn.

Kurdên ku bal kişandin ser komkujiya li Kobanê pêk hatiye, tîşortên bi nivîsa ‘Graz û Kobanê di şînê de ne’ li xwe kirin û di çalakiyê de cihê xwe girtin.

Li Grazê hat gotin ku kesekî ku hişê wî ne li serê wî bû li navenda bajar bi wesayîta xwe bi ser gelê ku di rê de derbas dibû, çûye û di bûyerê de 3 kes miribûn û 34 kes jî birîndar bibûn.

Li bajar duh ji bo kesên miribûn meşek mezin pêk hat. Kurd jî beşdarî meşê bûn. Kurdên ku bal kişandin ser komkujiya li Kobanê pêk hatiye, tîşortên bi nivîsa ‘Graz û Kobanê di şînê de ne’ li xwe kirin û di çalakiyê de cihê xwe girtin.

Meş di peyamên piştevaniyê bi dawî bû.

...