Rûbar Qamişlo li Swêdê hat bîranîn

Ji bo Fermandarê Rojavayê Cizîrê yê YPG’ê û endamê Fermandariya Giştî ya YPG’ê Rûbar Qamişlo li Goteborg a Swêdê bernameya bîranînê pêk hat.

Fermandarê Rojavayê Cizîrê yê YPG’ê û endamê Fermandariya Giştî ya YPG’ê Rûbar Qamişlo li Goteborg a Swêdê bi bernameyekê hat bîranîn.

Bername li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Goteborgê pêk hat û sedan Kurd beşdar bûn. Siyasetmedarê Kurd Welat Bagok, xwişka Rûbar Qamişlo Dilvîn Anz û ji Komîteya PYD’ê ya Swêdê Xelîl Qamişlo, Şêx Murat a Xiznewî axaftin kirin.

Dilvîn Anz got birayê wê di temenê biçûk te beşdarî Tevgera Azadiya Kurd bûye, bi biryar û têkoşîneke mezin ji bo gelê Kurd û mirovahiyê şer kiriye. Dilvîn Anz got birayê wê şehîdê hemû Kurdistanê ye û bi têkoşîna wî serbilind e, sedema têkoşîna wî sedema jiyana wan e.

Xelîl Qamişlo jî têkildarî geşedanên siyasî yên Rojava û Rojhilata Navîn agahî da.

Şêx Murat Xiznewî jî di Îslamiyetê de girîngiya şehadetan nirxand û got ti eleqeya DAIŞ’ê bi Îslamiyetê nîne û bi çalakiyên xwe yên hov zerarê dide Îslamê.

Piştî mewlûda hat xwendin, sînevîzyoneke têkildarî jiyan û têkoşîna Fermandar Rûbar Qamişlo hat nîşandan.

...