Li gelek bajarên Fransayê protestoyên ji bo Kobanê

Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li Kobanê li gelek bajarên Fransayê bi girseyî hate protestokirin.

Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li Kobanê li gelek bajarên Fransayê bi girseyî hate protestokirin.

STRASBOURG

Li bajarê Strasbourg ê Fransayê, êrîşa ji aliyê çeteyan ve li dijî Kobanê pêk hat, hat şermezarkirin. Di komkujiyê de ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û piştre mîtîngê destpê kir. Mîtîng bi banga Navenda Civaka Kurd a Strasbourgê, Komeleya Dostaniya Gelê Kurd, ATÎK, ACATS, DÎDF’ê pêk hat.

Nûnerê Partiya Sosyalîst a Fransayê Richard Sancho Andreo, parlamentera berê ya Partiya Keskan a PE’yê Sandrine Belier, li ser navê Eniya Çep û Partiya Komunîst a Fransayê Christian Grose û nûnera herêma Alsaca a Komeleyên Elewî Muhammer Sagan axaftin kirin. Di axaftinan de hat gotin ku ew DAIŞ’a hov, lanet dikin.

DRAGUÎGNAN

Li bajarê Draguîgnan ê Fransayê jî êrîşa li hemberî Kobanê hat protestokirin. Bi dehan Kurdistanî têkildarî êrîşa Kobanê  belavok belav kirin. Di belavokan de hat gotin ku divê raya giştî ya Fransayê bêdeng nemîne. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên, ‘Bijî berxwedana Kobanê, bijî berxwedana YPG-YPJ’ê’ hatin berzkirin.

BORDEAUX

Li bajarê Bordeaux a Fransayê jî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê hatin protestokirin. Nêzî 300 kesî beşdarî çalakiyê bûn û ber bi Sefaretxaneya Tirk meşek pêk anîn. Belavok hatin belavkirin û dirûşm hatin berzkirin.

Siyasetmedarê Kurd Felat Marînos di çalakiyê de axivî û got: “Li hember me dijminekî wisa bê exlaq û nemerd heye ku, şer jî bê exlaq dimeşîne.”

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.

LORIENT / RENNES

Êrîşên DAIŞ’ê li Lorîent û Rennesê jî hatin şermezarkirin. Kurdên li Vannesê jî beşdarî meşa li Lorîent bûn.  Her wiha dostên Kurdan û Brotonyî jî bi rengên xwe beşdar bûn.

Kurd li ber Dêra Kerentrech saet di 17.30’î hatin cem hev û 3 km meşiyan. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK, YPG, YPJ, PJAK, YPG’ê hatin hildan. Belavok hatin belavkirin. Dovîz hatin hildan.

Piştî meşê deqeyek rêz hat girtin. Di axaftinan de hat diyarkirin ku welatên YE’yê li dijî hevkariya DAIŞ û Tirkiyeyê bêdeng dimînin û hat gotin ku wê heta dawî bibin destekvanê berxwedana Rojava.

Li Rennesê meşek pêk hat û Kurdên li Rennesê beşdar bûn. Meş saet di 17.00’an de ji ber Troîs Soleîl destpê kir. Belavok hatin belavkirin û daxuyanî hat dayîn.

...