Koordînasyona Civaka Êzîdî civîna xwe ya berfireh pêk anî

Koordînasyona Civaka Êzîdî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê bi tundî şermezar kir û diyar kir ji bo 3’ê Tebaxê wek “Roja Cîhanê ya Şengalê” divê xebat bên meşandin.

Koordînasyona Civaka Êzîdî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê bi tundî şermezar kir û diyar kir ji bo 3’ê Tebaxê wek “Roja Cîhanê ya Şengalê” divê xebat bên meşandin.

Koordînasyona Civaka Êzîdî diyar kir ku di meha Hezîranê de civîna berfireh a Koordînasyona Civaka Êzîdî bi tevlîbûna rêxistinên li Kurdistan û derve hatiye lidarxistin. Hat destnîşankirin ku di civînê de hemû qad hatine nirxandin, nêzîkatî û perspektîfeke ku Şengal wek navend bê destgirtin esas hatiye girtin.

Koordînasyona Civaka Êzîdî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê şermezar kir û got: “Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê Kobanê re dixwazin. Ji birîndaran re şifaya lezgîn dixwazin. Em diyar dikin ku êş û hêrsa gelê me yê Kobanê wek gelê ku em rastî heman êşa hatine fêm dikin û hîs dikin. Em careke din biryardariya xwe ya têkoşîna hevpar û piştevaniya bi gelê Kobanê re diyar dikin.

Dîsa di civîna me de behsa girîngiya azadiya Girê Spî û derdora wê ya di encama pêngavên leşkerî yên di pêşengiya YPG’ê de li hember çeteyên faşîst DAIŞ’ê tên meşandin de hat kirin. Bandora van pêşketinan a di siyaseta herêmê de hatiye nirxandin. Van pêşketinan di serî de Êzîdiyên Şengalê ji bo tevayî civaka me ya Êzîdî heyecan û hêviyeke mezin ava kiriye.

Di vê civîna me de jî wek nêzîkatiyeke ku derketiye holê di serî de hêz û partiyên Kurdistanî em bang li tevayî hêzên siyasî dikin ku berjewendiyên xwe yên teng ên partîtiyê deynin cihekî, di vê merheleyê de cih bigirin û li ser vî esasî bi hevparî tevbigerin.

Li hemberî komkujiya Êzîdiyan ya 3’ê Tebaxê ya Şengalê, li her çar aliyên cîhanê, di serî de civaka me ya Êzîdî, gelê Kurd û dostên wan di nava hestyariyekê de piştgiriyên xwe yên madî-manewî kêm nekirin, di nava hevkariyê de bûn.  Bi vê re jî neman bi dehan şehîdên ku ji çar aliyên Kurdistanê tevlî nava refên berxwedana Şengalê bûn û cane xwe fedakirin çêbûn. Em van şehîdên xwe jî carekî din bi rêz û hurmet bibîr tînin û em soza ku em ê bi têkoşîna wan Şengalê azad bikin û girtiyên xwe azad bikin didin. Li ser vê bingehê em didin diyarkirin ku berxwedana me ya li Şengalê gihiştiye qonaxeke nû.  Her wiha got ku ev qonaxa din wê hîn zêdetir bibe xwedî li Şengalê û berxwedanê derketin; dîsa em bawer dikin ku em ê erk û berpirsyariyên xwe yên li ser bingeha pêngava azadkirinê jî hîn bi berpirsyarî û hestyarî bicih bînin.”

Koordînasyona Civaka Êzîdî di daxuyaniya xwe de di serî de ji civaka Êzidî, hemû raya giştî ya demokratîk re ev bang kir:

“Em weke civaka Êzidî didin diyarkirin ku ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi yekîtî û bihevrebûnê heye.

Em bang li civaka Êzidî ya ku belavî Kurdistan û çar aliyên cîhanê bûne dikin, bi pêşxistina rêxistin û yekîtiya xwe re pêwîste di nava xebat û çalakiyeke ku azadiya Şengalê bingeh bigire de bin.

Em ji bo pêngava azadkirina Şengalê di serî de bang li ciwanên me yên Êzidî ku ji Şengalê koçberbûne û hemû ciwanên me yên Êzidî dikin û wan vedixwînin bila berê xwe bidin Şengalê, tevlî nava refên berxwedanê bibin, em li benda wan in.

Em 3’ê Tebaxê li ser bingeh wek ‘Roja Cîhanê ya Şengalê’ bê îlankirin ku me berê biryar girtibû, li ser vê bingehê li çar aliyên cîhanê çalakî û aktîvîteyên girseyî li dar bixin, em ji niha ve li bendê ne ku amadekariyan bikin.

Îro jî li Şengalê gelê me di bin şert û derfetên zehmet de sekna xwe ya bi rûmet diparêzin, ji xak û cihên xwe yên pîroz qut nabin. Pêwîst e em baş bizanin hîna pêwîstî, hewcedariyên madî û jiyanî yên vî gelê me hene. Em li bendê ne pêwîst e dîsa dî serî de gelê me yê Êzidî, hemû dostên me ji bo Şengalê kampanyayên alîkarî û hevkariyê bidin destpê kirin.

Herî zêde jinên Êzidî rastî pêkanînên faşîzan ên DAIŞ’a ku rehenda hovane ya ku zîhniyeta zilamê serdest gihiştiyê re rû bir û ma, êş hatin kişandin. Li ser vê bingehê di serî de jinên Êzîdî em bang li tevahî tevgerên jinan, derdorên demokratîk dikin ku bi Şengalê re li gel jinên Şengalî re di nava yekîtî û hevkariyê de bin.