Li Elmanyayê êrîşa DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê hat protestokirin
Li gelek navendên Elmanyayê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê bi girseyî hat protestokirin
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 28 pûşperê 2015, 07:37
Li gelek navendên Elmanyayê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê bi girseyî hat protestokirin.
BRAUNSCHWEIG
Li bajarê Braunschweig ê Elmanyayê çalakî pêk hat û DAIŞ hat lanetkirin. Bi hezaran kes li Schllosplatz hatin cem hev û meş pêk anîn. Di meşê de belavokên ku çeteyên DAIŞ’ê şermezar dikin hatin belavkirin û piştî meşê rêz hat girtin.
Di çalakiyê de li ser navê PYD’ê axaftin hat kirin û çeteyên DAIŞ ‘ê û hevkarên wê hatin protestokirin. Rêxistinên çep ên Elman û Yekîtiya Hêza Demokratîk destek dan meşê. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî bexwedana YPG /YPJ”, “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Kujer Erdogan”, “Terorîst Tirkiye” hatin berzkirin.
MUNSTER
Li bajarê Musnter ê Elmanyayê jî êrîşa DAIŞ’ê ya li Kobanê hat protestokirin. Nêzî 200 kesî beşdarî meşê bûn. Meş ji îstasyona Munsterê destpê kir û heta navenda bajar berdewam kir. Belavok hatin belavkirin. Piştre axaftin hatin kirin.
BREMEN
Li Bremenê jî bi beşdarbûna hezaran kesî çalakiyek protestoyî pêk hat. Çalakî bi banga Nûneriya PYD’ê ya Bremenê pêk hat. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Bremenê, Mizgefta Saîdî Kurdî, DÎDF Bremen, nûnerên Malacemê , Komîteya Piştevaniya Kurdistanê û rêxistinên civaka sivîl beşdar bûn. Meşê saet di 15.00’and e ji ber îstasyona navenda Bremen destpê kir. Girse li ber Parlamentoya Eyaletê hatin cem hev. Di axaftinan de çeteyên DAIŞ’ê hatin şermezarkirin.
HAMBURG
Li Hamburgê jî meşek pêk hat. Bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hamburgê, Meclîsa Jinan a Rojavîn û Yekîtiya Hêza Demokratîk re li îstasyona trênê ya navenda Hamburgê nêzî 2 hezar Kurd û dostên Kurdan hatin cem hev. Ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin û bang li hikûmeta Elman hat kirin ku bê peywir e.
Parlamentera Partiya Çep a Hamburgê Cansu Ozdemîr axaftinek kir û êrîş şermezar kir û got êrîşkaran sînorê Tirkiyeyê bikar anîne û komkujiya DAIŞ’ê mînaka hovîtiyê ye. Ozdemîr got divê Elmanya li dijî Tirkiyeyê bibe xwedî helwest.
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hamburgê Hatîce Kaya jî êrîş şermezar kir û diyar kir ku roj roja mezinkirina têkoşîn û yekîtiyê ye.
Meş li ber Sefaretxaneya Tirk bi dawî bû.
GÎESSEN
Li bajarê Gîessen ê Elmanyayê jî bi beşdarbûna 150 kesî êrîşa Kobanê hat şermezarkirin. Bi sedan kesên li Berlînerplatz hatin cem hev meş pêk anîn. Endamên Partiya Çep, Yekîtiya Sûryaniyên Ewropayê û ji AKM Gîessen jî beşdar bûn. Meş saet di 16.00’an de destpê kir û belavokên Elmanî hatin belavkirin.