Dogan: Kesên Sêwas şewitandin niha jî piştgiriyê didin DAIŞ’ê
Parlamenterê HDP’ê Dogan, bal kişand ku berpirsyarên Komkujiya Sêwasê îro piştgiriyê didin DAIŞ’ê û ji bo çalakiya li Sêwasê bang kir.

Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê û Serokê berê yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Muslum Dogan di yekemîn salvegera Komkujiya Sêwasê de banga tevlîbûna çalakiya li Sêwasê kir.
Dogan ê daxuyaniyeke nivîskî weşand got ku zîhniyeta Sêwas şewitand di heman demê de zîhniyeta ku sala 1915’an yek ji gelên qedîm ê van xakan Ermenî qetil kirine. Dogan got: “Îro heman zîhniyet careke din li Kobanê derketiye pêşiya mirovatiyê. Desthilatdariya kesên parêzertiya yên Sêwas şewitandin dikirin, ava kirin, piştî bi salan aşkera alîkariyê didin DAIŞ’a ku bê rehm sivîlan qetil dike.”
Dogan, ji bo salvegera Komkujiya Sêwasê bang li tevayî hêzên demokrasiyê kir ku bên Sêwasê.