Şervanê YPG’ê Erdal Zagros li Japonyayê hat bibîranîn

Li bajarê Saîmata yê Japonyayê, şervanê YPG’ê Erdal Zagros ê di çarçoveya ‘Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo’ de li gundê Ebu Zara di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, hat bibîranîn.

Li bajarê Saîmata yê Japonyayê, şervanê YPG’ê Mahmut Kaya bi nasnav  Erdal Zagros ê di çarçoveya ‘Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo’ de li gundê Ebu Zara di pevçûna li dijî çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, hat bibîranîn. 

Bername li Komeleya Çanda Kurd a Saîtama pêk hat û birayê Şervanê YPG’ê Erdal Zagros, Gurcan Kaya û nêzî 30 Kurd beşdar bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê bernameyê destpê kir. Gurcan Kaya wiha got: “Erdal Zagros di berxwedanên Şengal û Kobanê de cih girtiye û destekek mezin daye têkoşîna me. Peywira dikeve ser milê me ev e ku em têkoşîna şehîdên xwe bidomînin. Erdal Zagros şehîd ket lê nemir, di dilê me de dijî.”

Rayedarên Komeleya Çanda Kurd a Saîtama jî axivîn û diyar kirin ku wê têkoşîna Erdal Zagros bimeşînin.  Şîna Zagros wê di rojên pêş de jî bidome.

...