Di germa dijwar a çolê de karê sera
Yadê Asya li wargeha penaberan a Mexmûrê, di nava germa çolê de karê serayê dike. Wargeha ji 10 hezar kesî, zebzeyên xwe ji van serayan tedarik dike.
Yadê Asya li wargeha penaberan a Mexmûrê, di nava germa çolê de karê serayê dike. Wargeha ji 10 hezar kesî, zebzeyên xwe ji van serayan tedarik dike.
Yadê Asya li wargeha penaberan a Mexmûrê, di nava germa çolê de karê serayê dike. Wargeha ji 10 hezar kesî, zebzeyên xwe ji van serayan tedarik dike.
Karê Sera ji aliyê Meclîsa Jinê ya Îştar û Komîteya Aboriyê ya Meclîsa Gel ve hat destpêkirin. Ji endamên Meclîsa Jinê ya Îşkar Yadê Asya anî ziman ku di karê sera yê Sibata bihurî de destpê kir, li binê 7 konan ew zebzeyên firingî, xiyar, îsot, bacan û bamye diçîne.
Yadê Asya diyar kir ku wan xwestin projeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixin meriyetê, bi vî rengî pêwîstiyên xwe yen aboriyê bi xwe peyda bikin, lewma dest bi vî karî kirine û got, "Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Îştar û Komîteya Aboriyê, me dest bi vî karî kirin. Bi kêfxweşî em vî karî dikin. Pêwîstiyên xwe tedarik dikin. Em hilberîna xwezayî esas digirin."
HILBERÎNA XWEZAYÎ
Asya anî ziman ku zebzeyên ew li sera diçînin hem erzan in hem jî ji bo tenduristiyê baş in û da zanîn ku her çend karê sera di nava germa dijwar a çolê de zehmbet be jî, ew bersivê didin pêwîstiyên wargehê. Yadî Asya da xuyakirin ku zebzeyê ji derve tê hem bi hormon e, ne ji bo tenduristiyê ne baş e, hem jî gelekî biha ye û got, "Lê belê me li vê derê zebzeyê xwezayî û erzan diçînin. Bi vî rengî pêwîstiya xwe ya bi zebze bi xwe tedarik dikin."
HÊZA GEL A KIRÎNÊ QELS BÛ
Hecî Serhat ê di karê sera de dixebite, bal kişand ser buhayê zebzeyan û anî ziman ku hêza gel a kirînê kêm bûye.
Hecî Serhat da zanîn ku zebzeyê ew diçînin bê hormon in û got, "Em bi awayekî giştî difiroş in esnafên wargehê. Ji vê derê bersivê didin tevahiya pêwîstiyên wargehê. Di nava meh û nîvekê de berhem ji çandiniyê tên. Kedeke mezin divê, lê belê ji bo me hilberîna bi xwe, rewşeke gelekî bedew e. Lê her carê, li gorî dilê xwe em nikarin bifiroşin. Ji ber ku hêza gel a kirînê kêm bûye. Beriya niha li cihê kirîna komî 300-400 kîlo dihat kirîn, lê niha 100 kîlo tê kirîn. Ji ber ku hêza gel a kirînê kêm bû. Ev yek me dixe nava zehmetiyan."