Ciwanên Azad: Pêwîst e ciwan ji bo Kobanê hesab bipirsin
Ciwanên Azad êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê şermezar kir, bang li pêkhateyên Ciwanên Azad kir ku bi şîara “Xwedî derkeve” û dirûşma “xwedî li Kobanê derkeve” hesab bipirsin.
Ciwanên Azad êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê şermezar kir, bang li pêkhateyên Ciwanên Azad kir ku bi şîara “Xwedî derkeve” û dirûşma “xwedî li Kobanê derkeve” hesab bipirsin.
Ciwanên Azad êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hember Kobanê şermezar kir, bang li pêkhateyên Ciwanên Azad kir ku bi şîara “Xwedî derkeve” û dirûşma “Xwedî li Kobanê derkeve” hesab bipirsin.
Ciwanên Azad têkildarî êrîşa çeteyan a li hember Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got Mirovatiya li Rojhilata Navîn qezenç kir rastî êrîşa hêzên dijmin hatiye, hêzên faşîst û nemerd ên azadkirina Kobanê, Girê Spî û Eyn Îsa hezm nekirin efendiyên xwe jî dan pişt xwe û êrîş kirine. Ciwanên Azad diyar kir ku ji bo Kobanê bê xistin û destketiyên hatine qezençkirin bên windakirin DAIŞ û efendiyên wan bi hemû hêza xwe êrîş dikin, AKP û hêzên hevpar ên faşîst piştî van destketiyan pêşdeçûna hêzên YPG/YPJ’ê ji bo xwe tehlûke dîtine û got: “Piştî vê dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya sînorên xwe ji DAIŞ’ê re vekirin di vê komkujiyê de rola ser aktor dilîzin.
Ji dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê ya bû sedema 152 sivîl jiyana xwe ji dest bidin wê qat bi qat hesab bê pirsîn… Wek ciwanên Kurd ên li Ewropayê bi şîara Xwedî Derkeve em dibêjin, “Xwedî li Kobanê derkeve’. Li hember hovîtiya hatiye kirin em bang dikin ku li her cihî çalakiyan mezin bikin û bêdeng nemînin.”