Li Lîmoges konferansa Kurdistan

Li bajarê Lîmoges ê Fransa bi malovaniya sendîkaya CGT konferanseke bi mijara Kurdistan hat lidarxistin. Di konferansê de Loran Angelî, Rîchard Valerîe û Roza Dêrsim ên di damezrandina Kolektîf Kobanê de cih girtin amade bûn.

Richard Valerîe yê di konferansê de axivî çavdêriyên xwe yên di serdana Kurdistanê de vegot. Valerîe bal kişand ser alîkariya lezgîn a ji bo Kobanê.

Loran Angelî jî behsa girîngiya sendîkayîbûnê û piştevaniya navneteweyî ya rêxistinên sendîkayan kir.

Roza Dêrsim jî bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a li hember olperestên terorîst ên radîkal.

Di encama konferansa ku bi beşa pirs-bersiv dewam kir, endamên sendîkaya CGT ên li Lîmoges biryar girtin ku li bajêr Kolektîfeke Kobanê ava bikin.