Ûdî Yervand: Amed dilê min dilerizîne!
Hosteyê ûdê yê Ermenî Ûdî Yervand (Yervand Bostani) piştî sirgûniya 28 salan biryara vegera cih û warê xwe da. Ûdî Yervan awazên Kurdî û Ermenî yên sedsalan di nava hev de ne, distirê.
Hosteyê ûdê yê Ermenî Ûdî Yervand (Yervand Bostani) piştî sirgûniya 28 salan biryara vegera cih û warê xwe da. Ûdî Yervan awazên Kurdî û Ermenî yên sedsalan di nava hev de ne, distirê.
Hosteyê ûdê yê Ermenî Ûdî Yervand (Yervand Bostani) piştî sirgûniya 28 salan biryara vegera cih û warê xwe da. Ûdî Yervan awazên Kurdî û Ermenî yên sedsalan di nava hev de ne, distirê.
Ûdî Yervand li Xançepek a Amedê ji dayik bû û yekem perwerdeya xwe ya muzîkê ji bavê xwe Kekê Yako, di 4 saliya xwe de di dawetên Amedê de bi lêdana darbûqeyê destpê kiriye. Di serê salên 1970’î de ji mamosteyê xwe Aşik Zulfî, dersên saz û dersên cumbuşê jî ji mamoste Bedros Başak girtiye. Ji Hoste Sîraç jî dersên notayê, ji mamoste Husnu Îpekçî dersên nazariyet û ji mamoste Zaven Ozatmaciyan jî dersên notayê girtiye.
Di 3’ê Kanûna 1976’an de koçî Stenbolê dike. Bavê wî Kekê Yako, şal û şepik û pûşiya navdar a Amedê li pey xwe dihêle. Yervand di 1976’an de wek korîst ket Cemiyeta Musîkî ya Uskudarê. Sê salan di koroya zanîngehê de li ûdê da. Ji 1976’an heta 1992’an de li ûdê da. Di 1992’an de li tavernayekê xebitî. Ji ber stranên Ermenî striya ji aliyê albayekî ve hat tehdîd kirin û koçî Amerîkayê kir.
Cara duyem jî ji Stenbolê ket ser rêya sirgûniyê. Di 15’ê Gulana 1992’an de wek Ermeniyên din yên neçar man biçin dîasporayê ket ser rêya Amerîkayê. Niha diyar dike ku tehma meftûneya Amedê, mertbûna Amedê, bavê xwe Kekê Yako, taybetiya pûşiya li Konaxa Cemîl Paşa tê çêkirinê, bi muzîka xwe vedibêje.
Ûdî Yervand vegera xwe ya Amedê ya du sal berê wiha vedibêje:
"Her kes dizane ku ez gelek ji Amedê hez dikim. Ev ne sûrprîz in. Mirov li Amerîkayê bi ûda xwe hunerê diafirîne. Ji bo tu hunera xwe nîşan bide, mirovan vexwendî dikin. Ez 28 salan ji Amedê dûrbûm lê ji ruh û xewnên min derneketibû. Di ecamê de yên ku min li pey xwe hiştibûn mîrate, êş û hezkirinên min bûn.
Lê ez ji bajarê xwe qût bûm û min nedizanî ez careke din bi kîjan nasnameyê an jî bi şeklekî çawa vegerim. Yanî em dikarin ji vê re bêjin rewşa ‘xeyidînê’. Mafê min bû ku ez jî vegerim Amedê û beşdarî mîhrîcana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bibim. Du sal berê em çûn taxa min. Me cînarên xwe yên berê dîtin. Li ber mala me ya hilweşiyaye min stranek xwend. Piştre min li ser dîka li taxa me hatiye avakirin, stran striyan. Hevşaredar, rewşenbîr û welatiyên taxê govend girtin. Ew sahne gelek cûda bû. Sankî li wê sahneyê Ûdî Yervand şiyar bû û ket kesayetek din. Min bi salan li Cemiyeta Musîkî ya Uskudarê perwerdeya ‘muzîka tirk a klasîk’ girt. Di civaka îcrayê de ez êdî hunermendekê sazê bûm. Lê ez fikirîm û min got: Ez kurê Kekê Yako yê Ermenî yê Amedê me. Min got çima ez paşeroja xwe hilnegirim.”
Yervand destnîşan kir ku navnîşan û numareya taxa ku lê dijiya her tim di hişê xwe de girtiye û wiha berdewam kir: “Taxa Hasirli, Kolana Karadenîz numara 27. Bavê min Kekê Yako, Yakup li serê wî kasketa wî, di devê wî de cigareya wî ji di hênikaya sibehê de ji mala xwe derdikeve û diçe karê xwe.” Yervand diyar kir k udi 4 saliya xwe de li Amedê bi darbuqeyê rîtm girtiye.
Min derbukavan Kel Beşo mînak digirt. Min digot ez mezin bibim ezê bibim Kel Beşo. Hosteyê min yê herî mezin yê muzîkê bavê min Kekê Yako ye. 28 sal şûnde ev vegeriyam Amedê. Di Hezîrana 2004’an de li taxa Hasirliyê li kolana Karadenîz berbi mala me ya hejmara 27 meşiyam. Min evîn, pevçûn li vê taxê li vî bajarî hîn kir.
Min her ku derfet bidîta, stran digot. Di dibistana seretayî pola duyê de, mezinên taxê rojekê ez dam sekinandin û bi min ezan dan xwendin. Nokteya çîroka çûyînê ya hemû Ermeniyên Anatolyayê Amede. Ya min jî wisa ye. Min di temenê ciwan de li ûdê dixist û pereyê nanê xwe qezenc dikir. Çîroka min ya surgunê jî bi evîndariya ciwanekî Ermenî ya jineke Musliman dest pê dike.
Ez 18 salî bûm, li dawetekê evîndarê keçek Kurd bûm. Dema ji kar derdiketim ji dur ve me li hev dinihêrt. Keçik li atolyeyek konfeksiyonê dixebitî. Piştî yên atolyeyê ferq kirin, çîroka koçberiyê dest pê kir. Gotin gavûr lawê gavûr û l imin xistin. Husumet mezin bû. Em neçar man mala xwe bihêlin û biçin Stenbolê. Sal 1976 bû. Ji xwe di sala 1974’an de wek bajarên din yên Anatolyê, bajarê Amedê jî xera bibû û ji bo Ermenî, Yahudî, Ermenî û Keldaniyên din rewş aloz bibû. Li Amedê zarokan pêşî li Papazan digirtin. Dêr dihatin kevirkirin.”
Yervand diyar kir ku got li Stenbolê bi ûd û cumbuşa xwe nanê xwe qezenc kiriye û muzîka gel a Ermenî biriya Komeleya Dibistana Bezciyan, li Cemiyeta Musîkî ya Uskudarê, li Cemiyeta Musîkî ya Kubbealti jî perwerdeya muzîka Osmanî û tasavufê girtiye.
Yervand anî ziman k udi 1982’an de bi Tanyel Haçikgolu, Narbey Haçeresyan û Aram Hamparyan re kaseteke amator ya bi navê ‘Sîrelî Udîs’ derxistiye.