Li Edeneyê tecrîd hat protestokirin
Tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji 5’ê Nîsanê ve didome hat protestokirin.
Tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji 5’ê Nîsanê ve didome hat protestokirin.
Tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji 5’ê Nîsanê ve didome hat protestokirin.
Li Edeneyê pêkhateyên HDK’ê û rêxistina HDP’ê ya bajarê Edeneyê tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji 5’ê Nîsanê ve hevdîtin li gel nayê kirin bi çalakiya rûniştinê protesto kirin. Girse li Qada 5 Ocak’ê kom bû. Rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyan, pêkhateyên KJA, DEM-GENÇ’ê, aktivîstên Dayikên Aştiyê û hemwelatî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye” hatin gotin. Daxuyaniya çalakiyê ji aliyê berdevkê HDK’ê yê Edeneyê Bedrî Demîral ve hat xwendin.
Demîral ê xwest tavilê tecrîda girankirî ya li hember Ocalan bi dawî bibe û pêvajoya çareseriyê ji cihê ku maye berdewam bike. Demîral got, “Em dizanin ku tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan karê kesên şer dixwazin e. Bi tecrîda li hember Birêz Ocalan tê xwestin ku qutubûna di navbera gelan de bê kûrkirin. Em ê qet destûr nedin vê qutubûnê.” Demîral da xuyakirin ku gelê Tirkiyeyê di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de tercîha xwe di aliyê aştiyê de bikar anî û wiha dewam kir: “Weke ku gelan bend hilweşandin, wê dawî li polîtîkayên tecrîd û komkujîxwazan jî bîne.” Demîral da zanîn ku di tecrîdê de israrkirin di polîtîkaya şer de israrkirin e û xwest tavilê tecrîda li hember Ocalan bê rakirin. Piştî daxuyaniyê girseyê çalakiya pênc deqe rûniştinê pêk anî û çalakî bi dawî bû.