JIN
Hemû Nûçe
-
Brîghtonê jinên di berxwedana xwerêveberiyê de ne silav kir
Di aktîvîteya 8’ê Adarê ya li Brîghtonê de jinên di berxwedana xwerêveberiyê de hatin silavkirin. -
Jin li ser jiyana Sakîne Cansiz axivîn: Jiyana wê her şer bû!
Li bajarê Elmanya Stûttgartê, bi wesîleya 8'ê Adarê çalakiyek hat lidarxistin û jiyana Sakîne Cansiz hat vegotin. -
Ji jinên li Hambûrgê biryara ji nû ve avabûnê
Meclîsa Jinê ya Rojbîn a li bajarê Elmanya Hambûrgê, kongreya xwe ya 8. lidar xist. Di kongreyê de biryara ji nû ve avabûnê hat dayîn. -
Meclîsa Jinê ya Sara Rojbîn a Rennesê ava bû
Jinên li bajarê Fransa Rennesê dijîn, Meclîsa Jinê ya Sara Rojbîn îlan kirin. -
Li Ewropayê çalakiyên 8'ê Adarê
Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de jinan li Parîs, Zurîch, Îshoj û Evry çalakî lidar xistin. -
2. Konferansa Jinan a Cihanê li Nepalê destpê kir
Duyemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ya 13-18’ê Adarê li partexta Nepal Katmandûyê tê lidarxistin, bi meş û aktîvîteya vekirinê ya delegasyona welat û jinên beşdarvan destpê kir. -
Girtiyên jin hatin sirgûnkirin
19 girtiyên jin ên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dihatin ragirtin, ku di nav de rojnamevan Bêrîtan Cangoz û Hevseroka DBP'ê ya Rezanê Reyhan Kavak Obek jî hene, hatin sirgûnkirin. -
Li Helsîngborgê xwepêşandan, li Gavleyê semînera jineolojî
Jinên Kurdistanî yên li Swêdê dijîn, çalakiyên xwe yên 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê didomînin. -
Meclîsa Jinên Kurd a Amara ya li Stockholmê kongreya 3. pêk anî
Jinên Kurd ên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn duh li hev civiyan û kongreya 3. a Meclîsa Jinên Kurd a Amara lidar xistin. -
Li Essenê semînera jinan
Li bajarê Elmanya Essenê, Meclîsa Jinan a Şehîd Bêrîvan Şengal, semînerek organîze kir. -
Jinên Kurdistanî yên li Swêdê YPJ silav kirin
Jinên ji çar parçeyên Kurdistanê yên li bajarê Swêd Vasterasê dijîn, jinên YPJ'yî yên bi lehengî li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin, bi meşekê silav kirin. -
Gerîlayên YJA Starê li Kerkûkê 8'ê Adarê pîroz kirin
Gerîlayên YJA Starê yên li Kerkûkê, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kirin. -
Ji bo sê jinên şoreşger li Munchenê çalakiya 'edaletê' hat lidarxistin
Ji bo jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, çalakiyên edaletê dewam dikin. -
Jinan li Orebro DAIŞ protesto kirin
Jinên Kurdistanî yên li bajarê Swêd Orebro dijîn, ji bo destavêtin û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî jinan protesto bikin, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê xwepêşandanek lidar xistin. -
Li Berlînê meşa 8'ê Adarê
Li paytexta Elmanya Berlînê bi şiyara 'Em ji nû ve dibin xwedî hêz' meşa 8'ê Adarê hat lidarxistin. -
Li Brukselê meşa 8’ê Adarê
Li paytexta Belçîka Brukselê meşa 8’ê Adarê hat lidarxistin. -
Li himber hişyariya polîsên Swêd a ‘Şevê dernekevin’ bertek
Li bajarê Ostersûd ê Swêdê dawiya hefteyê piştî êrîşa li hember jinan, hişyariya polîsan a ji bo jinan ku şevê dernekevin rastî bertekan hat. -
YJA Star 3 gerîlayên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star, 3 gerîlayên xwe yên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayaê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Fermandariyê wiha got: “Em weke hevrêyên wan em ê bibin layiqî meşaleya azadiyê ya ku me ji wan dewir girtiye.” -
8'ê Adarê li Erîvanê bi meş û mîtîngekê hat pîrozkirin
Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, jinên Kurd li paytexta Ermenîstan Erîvan meş û mîtîngek hat lidarxistin. -
Çalakiyên 8'ê Adarê: Bi xwerêveberiyê re jiyana azad tê afirandin
Li Ewropa û Kanadayê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyên li Elmanya, Swêd, Fînlandiya û Kanadayê de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin. -
Li Rûsyayê çalakiya 8'ê Adarê: Jinên Kurd rengê azadiyê ne
Jinên Kurd ên li Rûsyayê dijîn, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Jinên Kurd wê veguherin sembola berxwedanê ya serdemê." -
Bi hezaran jinên li Stockholmê li hev civiyan berxwedana Sûr û Cizîre silav kirin
Bi wesîleya 8'ê Adarê bi hezaran jin li paytexta Swêd Stockholmê daketin kolanan û bi qîrîna dirûşmên "Piştgiriya ji bo Amed, Cizîrê" û "Jin jiyan azadî" berxwedanên xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê silav kirin. -
Li Mexmûrê gel û gerîla bi hev re 8'ê Adarê pîroz kirin
Mîna her sal 8'ê Adarê îsal jî li Kurdistanê hat pîrozkirin. Li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) gel û gerîla bi hev re 8'ê Adarê pîroz kirin. -
Li gelek bajarên Ewropayê jinên Kurd ji bo 8'ê Adarê daketin qadan
Ji bo 8'ê Adarê jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn daketin qadan. Di çalakiyan de berxwedanên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê hatin silavkirin û dewleta Tirk hat şermezarkirin. -
Li Strasboûrgê di meşa 8’ê Adarê de qirkirin hat lenetkirin
Li Strasboûrgê çalakiya li pêşiya avahiya DMME’yê 15 roj li pey xwe hişt, bi sedan Kurdistanî bi wesîleya Roja Jinan meşek li dar xistin.