BI DÎMEN

Li gelek bajarên Ewropayê jinên Kurd ji bo 8'ê Adarê daketin qadan

Ji bo 8'ê Adarê jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn daketin qadan. Di çalakiyan de berxwedanên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê hatin silavkirin û dewleta Tirk hat şermezarkirin.

Ji bo 8'ê Adarê jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn daketin qadan. Di çalakiyan de berxwedanên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê hatin silavkirin û dewleta Tirk hat şermezarkirin.

DRESDEN

Li bajarê Elmanya Dresdenê Meclîsa Jinê ya Navenda Civaka Demomkratîk a Kurd panelek lidar xist. Panelîst Dîlan Amed da daxuyakirin, ku mafên jinan di nava şert û mercên zehmet de hatine bidestxistin û destnîşan kir, ku berxwedana xwerêveberiyê ya îro li Kurdistanê tê meşandin ji têkoşîn azadiyê ya Roza Luksemboûrg û Clara Zetkînan cuda nîne. Piştî nîşandana fîlmê li ser mafê hilbijartinê yê jinan, li Pragerstr. li ber HBF a Dresdenê meşek hat lidarxistin. Tevî jinên Kurd endamên gelek partî û rêxistinên jinan ên Elman jî beşdar bûn.

NURNBERG

Li bajarê Elmanya Nunbergê bi weîlya 8'ê Adarê mîtîngek hat lidarxistin û pêşandanek hat nîşandan. ji Komîsyona Jinê ya Mala Gel a Medya, SKB, Yenî Kadin, Fraûen Verban Coûrage, Femînîstîsche Perspektîven, Înternatîonale Fraûen Cafe, Bûnd Sozîalîstîsche Fraûne, MLPD, ROJA (revolûtîonar Organîsîerte Jûgend Aktîon) û endamên gelek komeleyên din tevlî çalakiyan bûn. Di axaftinên li vir de hat ragihandin ku li Rojava jin îro azadiyê dijîn û bang hemû jinên cîhanê hat kirin, ji bo piştgiriyê bidin jinên Kurd.

DÛÎSBÛRG

8'ê Adarê li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê bi çalakiyekê hat pîrozkirin. Ji beşdarên li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Dûîsbûrgê re qurnefîl hat belavkirin. Di axaftinên piştî deqeyeke rêzgirtinê de bal hat kişandin ser wateya rojê ji bo jinên Kurd.

WÛPPERTAL

Li bajarê Elmanya Wûppertalê bi beşdariya endamên Meclîsa Jinê ya Viyan, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Coûrage, Jinên Sendîkayî, MLPD, Bîrkar û Karawane çalakiyek hat lidarxristin. Di çalakiyê de piştî deqeyeke rêzgirtinê nûnerên hemû saziyan li ser wate û girîngiya rojê axivîn. Ekîba Şano ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Wûppertalê jî li ser komkujiyên dewleta Tirk ên li Kurdistanê dike, lîstikek pêşkêş kir.

HAMBÛRG

Bi wesîleya 8'ê Adarê, ji Feldstr.'yê meşekê destpê kir. Meclîsa Jinê ya Rojbîn, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, ATÎK-Yenî Kadin, Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê, Coûrage, Partiya Komunîst a Elmanya û saziyên Antî-Faşîst destek dan meşê. Nivîskara Elman û parêzvana mafên mirovan Anja Flach di destpêka meşê de peyivî û bal kişand ser komkujî û cînayetên dewlet Tirk li Kurdistanê dike. Flach li hemberî her şêwe êrîşan banga xurtkirina piştgiriyê kir û berxwedanên xwerêveberiyê yên li Kurdistanê silav kir.

MANNHEÎM

Li bajarê Elmanya Mannheîmê, bi wesîleya 8'ê Adarê li Pardenplatzê mîtîngek hat lidarxistin. Endamên rêxistinên jinê yên Elman jî beşdarî çalakiyê bûn. Di mîtîngê de bal hat kişandin ser şerê li Kurdistanê û dirûşma "Dawî li qetlîam û qirkirina jinê bînin" ha qîrîn.

FRÎCHSHAFEN

Kmeleya Jinê RO-SA li bajarê Elmanya Frîchshafenê çalakiya 8'ê Adarê organîze kir. Jinên Kurd ên li Bûchhorn Platzê li hev civiyan, belavok belav kirin û anîn ziman, ruhê 8'ê Adarê yê di sala 1857'an de destpê kir, li Kurdistanê bi Sakîneyan û Sêvêyan re derketiye asta herî bilind. Nûnerên partiyên elman jî di axaftina li vir de bal kişandin ser kevneşopiya berxwedanê ya jinên Kurd.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Elmanya Hîldesheîmê, Komîsyona Jinê ya Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd bi tevlîbûna pêkhateyên Yekîtiya Jinê, Kurdistanî û dostên wan ên li Salzgîtter û derdora wê dijîn, çalakiyek pêk anîn. Girseya li ber Otogara Hîldesheîmê li hev civiya, piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û bi belavkirina belavokan dest bi meşê kirin. Girseya gel heta ber avahiya Şaredariya Hîldesheîmê meşiya û piştî xwendina daxuyaniya çapemeniyê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd vegeriyan. Li vir jî gul li jinan hat belavkirin.

DORTMÛND

Li Dergaha Dortmûndê jî bi wesîleya 8'ê Adarê çalakiyek hat lidaxistin. Li vê derê, li ser wate û girîngiya rojê axaftin hat kirin. Di çalakiyê de sînevîzyonek ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên sala 1998'an hat nîşandan. Piştî stranan kulîlk li jinan hat belavkirin.

MONTPELLÎER

Li bajarê Fransay Montpellîerê, Komîsyona Jinê ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, meşek organîze kir. Jinên Kurd ji parka Peyroû Pîtot heta meydana Comedîe meşiyan û ji aliyê jinên Fransî ve bi awayekî girseyî hatin hatin pêşwazîkirin. Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana jinên Kurd" bi dawî bû.

LORÎENT

Li bajarê Fransaya Lorîentê, Kurdistanî û dostên wan di bin baranê de 8'ê Adarê pîroz kirin. Li ser banga Însiyatîfa Jinê ya Zîn, jinên Kurdistanî li qada Place Astrîde Brîand li hev civiyan û ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz girtin. Jinan bal kişandin ser terora AKP li Kurdistanê dike û belavokên ji aliyê TJK-E ve hatibûn amadekirin, belav kirin.

GRAZ

Li bajarê Awûstûrya Grazê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê meşek hat lidarxistin. Di çalakiya li Sudtîroler Platz de wêneyên sê jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîna Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin hilgirtin. Di axaftinên li vir de jî bal hat kişandin ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê.

LÎNZ

Rêxistinên jinan ên sosyalîst, komên jinê yên femînîst û rêxistinên civakî yên sivîl li bajarê Awûstûrya Grazê meşek hevpar organîze kirin. Girseya gel ber bi Haûptlatzê meşiya û li vir belavokek hevpar xwend. Xwendina belavokê ji aliyê Radîo Fro ve bi awayekî zindî hat weşandin.

KOPENHAGEN

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, Kurdan û dostên wan meşeke hevpar lidar xistin. Li ser navê Meclîsa Jinê ya Sêvê ya Danîmarka li vir axaftin hat kirin û têkoşîna jinên Kurd hat vegotin. Di axaftinan de bazirganiya li hemberî jinan tên kirin jî hat lenetkirin.

ODENSE

Li bajarê Danîmarka Odense, di çalakiya 8'ê Adarê de bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û bi vê armancê li ber rojnameya Fyns Stîftstîdende çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de berxwedana jinên Kurd hat vegotin û berxwedana xwerêveberiyan a li Kurdistanê hat silavkirin. Piştî çalakiyê li ser reşwa li Sûrê dosyayek pêşkêşî rojnameya Fyns Stîftstîdende hat kirin.

...