Çalakiyên 8'ê Adarê: Bi xwerêveberiyê re jiyana azad tê afirandin

Li Ewropa û Kanadayê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyên li Elmanya, Swêd, Fînlandiya û Kanadayê de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.

Li Ewropa û Kanadayê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyên li Elmanya, Swêd, Fînlandiya û Kanadayê de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.

GAVLE: Li bajarê Swêd Gavleyê, bi pêşengiya Komuna Jinê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Gavle jin li Meydana Stororgetê li hev civiyan û pankarta bi nivîsa "Bi ruhê Sarayan û Sêvêyan re ber bi xwerêveberiyê" vekirin. 

MONTREAL: Li bajarê Kanada Montrealê, Komîsyona Jinê ya Meclîsa Kurdan a Demokratîk, komam Women of Dîverse Orîgîn û derdorên çep û femînîst ên Kanadayî çalakiya 8'ê Adarê lidar xistin. Meşa ji Stasyona Metro ya Atwaterê destpê kir, heta kolana Saînte-Catherîne dewam kir. Di çalakiyê de bal hat kişandin ser gefa DAIŞ'ê li hemberî tevahiya jinên cîhanê.

TROÎSDORF: Li bajarê Elmanya Torîsdorfê, Meclîsa Jinê ya Ekîn Wan çalakiyek pêk anî. Di axaftinên li çalakiyê de destketiyên jinan hatin bibîrxistin û hat gotin, "Parastin, pêşvebirin û mayîndekirina mafên jinan, pêwîstiyeke." Di çalakiyê de hunermend Dogan Bîçen û koma wî hunera xwe pêşkêş kir.

KÎEL: Çalakiya 8'ê Adarê ya li bajarê Elmanya Kîelê jî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat lidarxistin û bi sedan jin beşdar bûn. Li ser navê Komuna Jinê ya Kîelê daxuyanî li vir hat dayîn û 9'ê Adarê li jinên li çiyê, li çeperên bexwedana xwerêveberiyê û li Rojava li ber xwe didin, her wiha li hemû jinan hat pîrozkirin.

MUNCHEN: Li bajarê Elmanya Munchenê jî Komuna Jinê ya Sara û Ciwanên Jin, li Stachûsê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de belavoka TJK-E hat xwendin û dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe" hatin qîrîn.

FREÎBÛRG: Bi armanca pîrozkirina 8'ê Adarê, li bajarê Elmanya Freîbûrgê bi beşdariya jinên ji Komuna Jinê ya Nûda, partiya Çep a Elman û tevgerên femînîst, meşek hat lidarxistin. Zêdeyî hezar jinên li meydana Alte Synagoge li hev civiyan, li ber pankarta bi nivîsa "Bi ruhê Sarayan û Sêvêyan, bi xwerêveberiyan re ber bi jiyana azad" meşiyan. Çalakî li navenda bajêr bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi dawî bû.

HELSÎNKÎ: Jinên Kurd û Fînlandiyayî yên li paytext Helsînkî dijîn, 8'ê Adarê bi meşekê pêşwazî kirin. Di meşê de berxwedana xwerêeberiyê hat silavkirin û banga xurtkirina têkoşîna li dijî sîstema bi serweriya mêr hat kirin.

...