Li Essenê semînera jinan

Li bajarê Elmanya Essenê, Meclîsa Jinan a Şehîd Bêrîvan Şengal, semînerek organîze kir.

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, xebatên ji bo jinên koçber ên li bajarên Elmanyayê dewam dikin.

Li avahiya Komeleya Alternatîf, bi tevlîbûna jinên Tirkiyeyî semînerek hat lidarxistin. Çîçek Qamişlo li vir peyivî û got, "Jin li ku dibe bila bibe, divê xwe bi pêş de bibe û piştgiriya hev bike. Jin polîtîk bibe, li mal, kar an jî li ku dibe bila bibe, wê rêveçûna jiyanê diyar bike."

Qamişlo destnîşan kir, ku jinên Kurd ji gelên Rojhilata Navîn re pêşengiyê dike.