Brîghtonê jinên di berxwedana xwerêveberiyê de ne silav kir

Di aktîvîteya 8’ê Adarê ya li Brîghtonê de jinên di berxwedana xwerêveberiyê de hatin silavkirin.

Li bajarê Brîghton ê Îngîltere, koma jinan a Navenda Civaka Kurd a Sûssex bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê aktîvîteyek li dar xist. Aktîvîteya bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê destpê kir bi tevlîbûna gelek Kurdistanî û dostên wan pêk hat.

Di aktîvîteyê de bi pêşendanan wate û girîngiya 8’ê Adarê û her wiha paşeroj û siberoja têkoşîna mafê jinan hat vegotin. Di axaftinan de bi taybet li ser Şoreşa Rojava û rola jinan a di Şoreşa Rojava de hate rawestandin. Dîsa di nîqaşan de girîngiya mezinkirina têkoşîna rizgariya jinê, têkoşîna hevpar û piştevaniya tevahî jinên cîhanê hate ziman. 

‘EZ ÛLRÎKE BANG DIKIM’ HAT PÊŞENDAN

Jinên pêşengên têkoşîna azadiya Kurdistanê, Zîlan, Berîtan, Sara, Arîn, Sêvê, jinên di berxwedana xwerêveberiyê yên di serî de Cizîr, Sûr, Nisêbîn û tevahî Kurdistanê hatin silavkirin.

Di aktîvîteyê de her wiha koma jinan a Navenda Civaka Kurd a Sûssex jî şanoya Darîo Fo a bi navê ‘Ez Ûlrîke bang dikim’ pêşkêş kir. Bi pêşendanên sînevîzyonê û helbestan ve li ser wate û girîngiya rojê hat rawestandin.