BI DÎMEN

Li Rûsyayê çalakiya 8'ê Adarê: Jinên Kurd rengê azadiyê ne

Jinên Kurd ên li Rûsyayê dijîn, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Jinên Kurd wê veguherin sembola berxwedanê ya serdemê."

Jinên Kurd ên li Rûsyayê dijîn, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Jinên Kurd wê veguherin sembola berxwedanê ya serdemê."

Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê û Yekîtiya Jinên Kurd a Rûsyayê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.

Daxuyanî li ber Navenda Çanda Kurd a Moskowayê hat dayîn û bi dehan jin li dema daxuyaniyê de amade bûn.

Seroka Yekîtiya Jinên Kurd li Rûsyayê Cûlyeta Aram li vir axivî û diyar kir, jinên kurd rengê azadiyê ne.

Cûlyeta Aram bal kişand ser zêdebûna şîdet û zexta mêr a li çar aliyên cîhanê li dijî jinê û got, "Berxwedana jinên Kurd a di demeke bi vî rengî de bûye çavkaniya îlhamê ji tevahiya jinên cîhanê re. Bi têkoşîna xwe ya li hemberî dewleta Tirk a faşîst û dûvikê wê çeteyên DAIŞ'ê re bala hêzên pêşverû jî kişandine. AKP a ku nikare we li vê rabigire, ne tenê li hemberî jinên Kurd li dijî tevahiya gelê Kurd şerekî topyekûn daye destpêkirin. Îro li Sûr û Cizîrê, dewleta Tirk tevî çeteyên DAIŞ'ê li hemberî gelê sivîl sûcê li dijî mirovahiyê dike. Em bêdengiya cîhanê ya li pêşberî van komkujiyan şermezar dikin."

Aram da xuya kirin, ku faşîzma AKP/Erdogan bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dixwaze bi vîn û rûmeta gelê Kurd re bilîze û got, "Kurdan çawa ku heta roja îro lîstikên kirêt ên dewleta Tirk têk birin, wê îro jî rê nedin van lîstikan. Bi taybetî jinên Kurd bi ruhê xwe yê berxwedanê û vîna xwe ya azadiyê re ev rastî raxistine pêş çavan. Divê êdî her kes qebûl bike, ku jinên Kurd bi berxwedana xwe re veguherîne rengê azadiyê. Jina têdikoşe û xwedî li vîna xwe derdikeve, jina azad e. Lewma jinên Kurd veguherîne sembola berxwedana serdemê."

Piştî daxuyaniyê jinan dirûşmên "Jin jiyan azadî"," Bijî berxwedana jinê" û "Bijî Serok Apo" qîriyan û dawî li çalakiya xwe anîn.

...